Parêzerên Rêberê Gelê Kurd daxwaza 'hevdîtina lezgîn' kirin
Ji bo hevdîtina lezgîn bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re parêzeran dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji bo hevdîtina lezgîn bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re parêzeran dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbat, parêzer û wasîsên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Parêzer Faîk Ozgur Erol, Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî û Serbay Koklu piştî îdîayên li ser tora medyaya dijîtal ya têkilî tendiristî û ewlehiya jiyanê ya miwekîlê wan, daxwaze 'hevdîtina lezgîn' kirin.
Parêzeran ji bo girtiyên din ên li Imraliyê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamilî Yildirim jî eynî daxwaz kirin.
Her wiha Mehmet Ocalan, birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wasîsê wî Mazlûm Dînç û malbatên Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamilî Yildirim jî eynî daxwaz kirin.
Di serlêdanê de hate xwestin ku daxwaza hevdîtinê bi lezgînî were bicihanîn.
Di daxwazanameyê de hate bibîrxistin hevdîtina dawî ya bi Ocalan re herî dawî 27'ê Nîsana 2020'an hatiye kirin û hate gotin,''Hemû serlêdanên me bi hincetên derhiqûqî yan hatin redkirin an jî nehiştine ku em encamekê bigirin.''