Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd li Amedê çalakî

Rêxistina Bajêr a Amedê ya HDP'ê ji bo ku balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest ku çalakiyê bike, li ser astengiya polîsan çalakgeran çalakiya rûniştinê kirin.

Rêxistina HDP’ê ya Amedê tevî astengiya polîsan jî çalakiya rûniştinê li dar xist û bal kişand ser greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. 
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê ji bo balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat, xwest li ber Peykerê Mafê Mirovan a li Parka Koşûyolû daxuyanî bide çapemeniyê. Rêveberên HDP’ê û DBP’ê û hin nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl çûn parkê lê bi dorpêçkirina polîsan re rûbirû man. 
 
Cîgirê Hevserokên Rêxistina HDP’a Amedê Îrfan Soner ji bo daxuyanî bidin bi polîsna re hevdîtin kir lê belê polîsan ji ber gotinên “tecrîd û greva birçîbûnê” destûr neda daxuyaniyê. 
  
Tevî astengiya polîsan jî komê çalakiya rûniştinê li dar xist û bal kişandin ser tecrîd û greva birçîbûnê û pişt re belav bûn.