ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Stenbol û Enqereyê daxwaza berdana girtiyên nexweş hat kirin
Di çalakiyên ÎHD'ê yên li Enqere û Stenbolê de daxwaza berdana girtiyên nexweş Enver Yanik û Ferzende Elbî hatin kirin. -
Xizmên windayan banga rûbirûbûna Qirkirina Ermeniyan kir
Li Colemêrg, Amed, Êlih û Îzmîrê xizmên windayan civiyan û bal kişandin ser Qirkirina Ermeniyan a 24’ê Nîsanê û banga rûbirûbûnê kirin. -
Baroya Stenbolê di çalakiya Dayikên Şemiyê de ye
Di hefteya 1048'an a çalakiya xwe Dayikên Şemiyê de aqûbeta Kadrî Keremoglû hat pirsîn. Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Ozden Kaboglû ku beşdarî çalakiyê bû wiha got, “Hêviya xwe ya edaletê winda nekin.” -
ÎHD’ê ‘Komxebata Girtîgehan’ lidar dixe
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ji bo balê bikşîne ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê ‘Komxebata Girtîgehan’ lidar dixe.Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Kuçukbalaban got, “Pêvajoyek heye, lê em dibînin ku dewlet heta niha tu gav neavêtiye." -
Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Daxwaza me ya ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan gelek zelal û eşkere ye
Serokwekîla Koma Meclîsê ya DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît a ku di heyeta ku bi Wezîrê Edaletê re hevdîtin kir de cih girt got, "Daxwaza me ya ji bo mafê hêviyê gelekî zelal û mayînde ye. Daxwaza me ya azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan gelekî zelal e." -
Li Girtîgeha Metrîsê tedawiya girtiyan tê astengkirin
Erdal Ozel ê gelek nexweşiyên wî hene yê ku li Girtîgeha Tîpa T a Metrîsê tê rehîngirtin, di seredana cejnê de ji xwişka xwe re gotiye ku ‘’wan tedawî nakin.’’ -
Lêpirsîneke nû ya li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê: 47 kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de Midûrê Giştî yê ÎSKÎ û Cîgirê Sekreterê Giştî yê ÎBB’ê jî di nav de 47 kes hatin binçavkirin. -
‘Demokratîkbûna Tirkiyeyê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd re pêkan e’
Doç. Dr. Fîkret Başkaya anî ziman ku ji bo behsa pêvajoyê bê kirin divê ewilî şert û mercên aştiyê bên avakirin û got: “Demokratîkbûna Tirkiyeyê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd re pêkan e.” -
Prof. Gursoy: Dewletê hîna ti gav neavêtiye
Prof Gençay Gursoy diyar kir ku têkîliya DEM Partiyê ya bi muxalefetê re erênî ye û destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê ev têkilî dewam bike. Gursoy bi bîr xist ku dewletê hîna ti gav neavêtiye. -
ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Yusufoglu piştî 31 salan hate berdan
Cengîz Yusufoglu ê 31 sal bûn di girtîgehê de, ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Êlihê hate berdan. -
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê kampanyaya rêxistinbûnê da destpêkirin
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê bi dirûşmeya “Em di jiyana sosyalîst de israr dikin, bi Rêbertiya azad re xwe birêxistin dikin” dest bi kampanyayê kir. -
Li Kurdistanê di nava salekî de 7 hezar û 431 binpêkirinên mafan hatin kirin
Şaxa ÎHD’a Amedê rapora xwe ya binpêkirinên mafan ên derabarê sala 2024’an de eşkere kir. Li gorî raporê di tevahiya salê de 7 hezar û 431 binpêkirinên mafan hatin jiyîn û mafê jiyanê yê 117 sivîlan hate binpêkirin. -
Rapora derbarê 17 girtîgehan de: Hezar û 249 binpêkirin hatiye kirin
Şaxa ÎHD’a Stenbolê “Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehên Herêma Marmarayê" eşkere kir. Hat diyarkirin ku di sê mehan de hezar û 249 binpêkirin hatiye kirin û 500 ji van binpêkirinan êşkence û kiryarên xerab in. -
Girtiyên siyasî avêtin hucreyê
3 girtiyên ku ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzinganê re hatine sirgûnkirin, ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekirine bi êşkenceyê ew avêtine hucreyê. -
Rapora têkildarî 9 girtîgehan: Tecrîd, biryarên kêfî û binpêkirina mafên mirovan
Rêxistinên civakî yên sivîl û hiqûqî yên li Wanê piştî serdana li girtîgehên li Wan, Xelat, Patnos, Îdir, Kalkandere, Gîresûn û Beşîkduzuyê raporeke berfireh amade kirin û parve kirin. -
Girtiyê Kurd nameyek şand
Girtiyê siyasî yê Kurd Rizgar Begzadeh Babamîrî têkildarî zext û êşkenceyan ji Girtîgeha Ûrmiyeyê nameyek şand. -
Ji DEM Partî û HDK'ê banga ji bo 1'ê Gulanê
Meclîsa Stenbolê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Rêxistina Bajarê Stenbolê ya DEM Partiyê ragihand ku ew bi dirûşma 'Ji bo Civaka Demokratîk û Azadiya Kedê ber bi 1'ê Gulanê ve' xwe ji bo 1'ê Gulanê Roja Piştevanî û Kedê re amade dikin. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê tecrîdkirî ne, bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Kaya: Pêşketina pêvajoyê bes bi sererastkirina qanûnan pêkan e
Hevserokê Giştî PÎA’yê Ahmet Kaya diyar kir ku ji bo pêşketina pêvajoya aşitiyê divê sereraskirinên yasayî û sazûmanî werin kirin û rêyên ragihandinê vekirî bin ku Rêber Apo pêvajoyê bi rê ve bibe. -
Li Kutahyayê erd hejiya
Li navçeya Sîmav a Kutahyayê bi pileya 4,5 erdhej çêbû. -
Bakirhan peyama Rêber Apo digihîne malan
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û heyeta pê re, serdana malan kirin û peyama Rêber Apo ragihandin. -
Daxwaza hestiyên kurê xwe dike
Aynûr Taş ku kurê wê li Efrînê şehîd bû û birayê wê yek ji girtiyên nexweş e, got "Ez hestiyê kurê xwe dixwazim. Ji bo tedawiya birayê min ê nexweş dixwazim înfaza wî bê taloqkirin." -
Firat: Em li dora Birêz Ocalan bicivin û destê wî xurt bikin
Hasan Basrî Firat ji bo yekîtiyê bang kir û got, "Bi banga nû ya Birêz Ocalan re divê em destê wî xurt bikin, li dora wî bibin yek û vê têkoşînê bi destketiyên gelê Kurd bi encam bikin." -
Sezaî Temellî: Hevdîtinên bi Wezareta Edaletê re wê dewam bikin
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî hevdîtina bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç re nirxand û got, rewşa giştî erênî ye û hevdîtin wê dewam bikin.