Yusufoglu piştî 31 salan hate berdan

Cengîz Yusufoglu ê 31 sal bûn di girtîgehê de, ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Êlihê hate berdan.

Cengîz Yusufoglu yê ku di peçûnekê de birîndar bû û hate binçavkirin, ji aliyê Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) cezayê muebbedê lê hat birîn.

Yusufoglu diviyabû berî 6 mehan bihatana berdan, lê înfaza wî heya 6 mehan hatibû taloqkirin.

Li ber girtîgehê malbata Yusufoglu ew pêşwazî kir û bi karwana wesayîtan ber bi warê xwe Qoserê ve ket rê. Yusufoglu di ketina Qoserê de ji aliyê xizmên girtiyan û nûnerên partiyên siyasî ve bi coş hat pêşwazîkirin. Yusufoglu li vir axivî û spasiya hemû kesên ew pêşwazî kirine kir û peyama têkoşîn didome da.

Piştî axaftinan Yusufoglu bi kerwana wesayîtan ya pêre derbasî gundê Kermirara ya Qoserê bû.