Baroya Stenbolê di çalakiya Dayikên Şemiyê de ye

Di hefteya 1048'an a çalakiya xwe Dayikên Şemiyê de aqûbeta Kadrî Keremoglû hat pirsîn. Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Ozden Kaboglû ku beşdarî çalakiyê bû wiha got, “Hêviya xwe ya edaletê winda nekin.”

DAYIKÊN ŞEMIYÊ

Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê tên cem hev, çalakiya xwe ya 1048'an li dar xistin. Dayikên Şemiyê bi wêneyên xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin û qurnefîlên di destên xwe de li Qada Galatasarayê hatin cem hev û aqûbeta Kadrî Keremoglû yê ku ji 14'ê Nîsana 1995'an ve aqûbeta wî nayê zanîn pirsîn. Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Baroya Stenbolê, Seroka ÎHD'ê ya Stenbolê û gelek aktîvîstên mafên mirovan jî beşdarî çalakiyê bûn. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê xizmê winda Jiyan Tosun ve hate xwendin.

Jiyan Tosun pêşî xwest li gorî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn astengiyên polîsan ên li qadê bên rakirin. Jiyan Tosun da zanîn ku piştî malbata Keremoglû bûye hedefa çeteyên JÎTEM'ê, Kadîr Keremoglû di 14'ê Nîsana 1995'an de li navenda bajarê Wanê bi Torosa Spî ya bi plaqeya 01 EA 600 hatiye revandin û careke din agahî jê nehatiye girtin û got ku bila gora Kadîr Kermoglu bê eşkerekirin.

Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Ozden Kaboglû ku beşdarî daxuyaniyê bû wiha got, "Em êşa Dayikên Şemiyê parve dikin. Weke rêveberiya Baroya Stenbolê em li cem Dayikên Şemiyê ne.  Em bêqanûniyên ku tên kirin qebûl nakin. Em hêviya xwe ya edaletê winda nekin.”

 Paşê ji xizma windayan Îkbal Eren axivî û bertek nîşanî qedexekirina qada Galatasarayê da û got, "Em li edaletê digerin û ji bo hezkiriyên xwe em dixwazin bêndên li qadê bên rakirin."

 Nameya ku malbata Kadrî Keremoglu şandibû ji aliyê endamê ÎHD'ê Osman Îşçî ve hat xwendin.

 Çalakiyê piştî qurnefîlên ku li qada hatibû dorpêçkirin hatin danîn bi dawî bû.