ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

ROJEV

* Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo wê werin şopandin.

* Prof Gençay Gursoy diyar kir ku têkîliya DEM Partiyê ya bi muxalefetê re erênî ye û destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê ev têkilî dewam bike. Gursoy bi bîr xist ku dewletê hîna ti gav neavêtiye.

* Doç. Dr. Fîkret Başkaya anî ziman ku ji bo behsa pêvajoyê bê kirin divê ewilî şert û mercên aştiyê bên avakirin û got: “Demokratîkbûna Tirkiyeyê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd re pêkan e.”

* Analîstê Rojhilata Navîn û Kurdolog Vadîm Makarenko diyar kir ku tevî ku Rêber Apo zêdetirî çaryek sed sal in di girtîgehê de ye jî, li ser çarenûsa Kurdan û Rojhilata Navîn difikire û dev ji xebat, nirxandin û fêmkirina geşedanên li herêmê bernade.

* Geşedanên têkildarî rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder dê bên şopandin.

* Erdal Ozel ê ku gelek nexweşiyên wî hene û li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tê ragirtin, di serdana cejnê de ji xwişka xwe re got: “Me derman nakin.”

* Êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

* Çalakiyên xizmên windayan û girtiyan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê tên lidarxistin, dê bên şopandin.

*Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê were şopandin.