Rapora derbarê 17 girtîgehan de: Hezar û 249 binpêkirin hatiye kirin

Şaxa ÎHD’a Stenbolê “Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehên Herêma Marmarayê" eşkere kir. Hat diyarkirin ku di sê mehan de hezar û 249 binpêkirin hatiye kirin û 500 ji van binpêkirinan êşkence û kiryarên xerab in.

RAPORA GIRTÎGEHAN

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê rapora xwe ya 3 mehan a “Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehên Herêma Marmarayê" li avahiya şaxê eşkre kir. Rapor, binpêkirinên di mehên Çile, Adar û Nîsanê de hatine kirin digire nav xwe. 7 jê li Herêma Marmarayê bi giştî cih da binpêkrinên li 17 girtîgehan. Hat diyarkirin ku 36 serlêdanên binpêkirinan hatine kirin ku ji van 4 jê jin û 36 jê zilam in. Her wiha hate gotin ku ji kesên serlêdan kirine 31 jê girtiyên siyasî ne.

Di raporê de hate gotin ku cih dane binpêkirinên li Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî), Girtîgeha Karatepe ya Çorluyê, Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Kandirayê, Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Kandirayê, Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Tekîrdagirê, Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Tekîrdagê, Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê, Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, Girtîgeha Sîlîvriyê, Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê, Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê, Girtîgeha Jinan a Alîaga ya Îzmîrê, Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê, Girtîgeha Artvînê, Girtîgeha Tîpa L a Turkoglû a Mereşê, Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê û Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê. 

HERÎ ZÊDE BINPÊKIRINÊN ‘ÊŞKENCE Û KIRYARÊN XERAB’ HATIYE KIRIN 

Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê Semîray Yilmaz Bîlgîn, da zanîn ku rapor li gorî serlêdanên hatine kirin û nûçeyên ji hêla çapemeniyên ve hatine weşandin amade kirine û wiha got: “Di nava 3 mehan de hezar û 249 binpêkirinên mafan hatine kirin. Di meha Çileyê de li girtîgehên Herêma Marmarayê 355, di meha Sibatê de 438 û di meha Adarê de jî 59 bi giştî 852 binpêkirin hatine tespîtkirin. Di serlêdanên ji girtîgehên derveyî Herêma Marmarayê hatine kirin de jî; di meha Çileyê de 22, di Sibatê de 54 û di Adarê de 13 bi giştî 89 binpêkirin hatine tespîtkirin.”

Bi domdarî Semîray Yilmaz Bîlgîn anî ziman ku di serlêdanên hatine kirin de bi giştî 941 binpêkirinên mafan cih girtine û bi rêya çapemeniyê jî 308 binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin. Semîray Yilmaz Bîlgîn, diyar kir ku bi giştî hezar û 249 binpêkirin hatine tespîtkirin û wiha pê de çû: “49 caran mafê xweyîbûn û xwegihandina pêdiviyên sereke hatiye binpêkirin, 140 caran mafê ragihandinê hatiye binpêkirin, 26 caran mafê xwegihandina edaletê hatiye binpêkirin, 132 caran mafê tenduristiyê, 90 caran mafê rêgeza di înfazê de wekheviyê hatiye binpêkirin, 4 caran mafê hêviyê hatiye binpêkirin û 500 caran jî binpêkirina îşkence û miameleya xerab hatiye kirin.” 

 BANGA BERPIRSYARTIYÊ LI RAYEDARAN KIR 

Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî jî got ku rayedar li dijî van binpêkirinan gavan naavêjin. Gulseren Yolerî, axaftina xwe wiha qedand: “Di raporê de em dibînin ku binpêkirinên mafan her ku diçe zêdetir dibin. Tevî ku hinceta girtinê nîne jî girtin hene. Em her tim dibêjin ku pirsgirêkên li girtîgehan pirsgirêkên jiyanî ne. Em di raporê de jî dibînin ku êşkence û kiryarên xerab zêdetir li pêş e. Her tim bi ser hucreyên girtiyan de tê girtin û weke amûra zextê tê bikaranîn. Em bang li rayedaran dikin ku berpirsyartiya xwe bicih bînin. Her wiha em bang li xizmên girtiyan dikin ku serî li komeleya me bidin.”