Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbata Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê tecrîdkirî ne, bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Mehmet Ocalan birayê Rêber Apo û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Emîne Konar xwişka Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş jî bi daxwaza hevdîtinê serlêdan kirin.

Serlêdana ji bo hevdîtinê ya parêzeran û malbatan bi salan e bi rengekî kêfî û bi rêk û pêk tê astengkirin.