ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Qirkirina Ermeniyan hat bibîranîn: Dev ji înkarê berdin
110’emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan li gelek bajaran hat bibîranîn. Di çalakiyan de banga edaletê hat kirin û xwestin înkar bi dawî bibe. -
Ji bo betalkirina kongreya CHP’ê serlêdan hat kirin
Du delege ji bo betalkirina 21’emîn Kongreya Awarte ya CHP’ê ya di 6'ê Nîsanê de pêk hat, serlêdan kirin. -
Girtiyê nexweş Emrecan Demîr nayê dermankirin: Malbata wî bi fikar e
Hate diyarkirin ku girtiyê nexweş Emrecan Demîr ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S ya Semsûrê tê girtin, tevî nerihetiya çavê xwe û reaksiyonên alerjîk ên di laşê xwe de sewqî nexweşxaneyê nayê kirin. -
Barrot: Divê guh bidin mafên Kurdan
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot piştî hevdîtina bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, diyar kir ku divê maf û berjwendiyên Kurdan bi temamî li ber çavan were girtin. -
Ji bo girtiyê nexweş Enver Yanik daxwaza azadî û darizandina adîlane hat kirin
Girtiyê bi navê Enver Yanik li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê tê ragirtin û nexweşiya wî giran e. Hevjîna wî Şukriye Yanik li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê daxuyaniyek da çapameniyê. -
Destûr ji dermankirina dîlgirtî Emrecan Demîr nayê dayin
Emrecan Demîr ê ku li Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsûnê girtî ye, li gel bi dehan daxwaznameyan jî sewqî doktor nayê kirin. -
Hevdîtina bi wezaretê re: Şert û mercên Abdullah Ocalan divê êdî bêne sererastkirin
Heyeta DEM Partiyê ya ku bi Wezîrê Edaletê re hevdîtin kir, bi daxuyaniyekê got, "Me ragihand ku şert û mercên Birêz Ocalan sernavekî gelekî girîng e û divê êdî bêne sererastkirin." -
DEM Partî: Em hevparên êş û şîna 110 salan in
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê di 110’emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan de daxuyaniyek da û banga rûbirûbûna sûcên li dijî mirovahiyê kir. -
Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin Rêber Apo bibînin serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan. -
Hevdîtina DEM Partiyê ya bi Wezareta Edaletê re destpê kir
Hevdîtina navbera Heyeta DEM Partiyê û Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç destpê kir. Di hevdîtinê de tê payin ku tecrîda li ser Rêber Apo û 'mafê hêviyê' bê nirxandin. -
Li Tekîrdagê cezayê hucreyê li girtiyê nexweş: Hincet faksa ji bo Îmraliyê ye
Li Girtîgeha Tekîrdagê cezayê hucreyê li girtiyê nexweş Huseyîn Surgeç hate birîn. Hate ragihandin ku sedema vî cezayî jî faksek e ku Surgeç xwest ji Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê re bişîne. -
HBDH’ê: Me Qirkirina Ermeniyan jibîr nekir û em ê jibîr nekin!
HBDH’ê bi wesîleya 110’emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan kesên jiyana xwe ji dest dane bi hurmetî bi bîr anî û biryardariya xwe ya têkoşînê ya li dijî sîstema emperyalist-kapîtalîst ku weke berpirsyarên qirkirinê dibîne, anî ziman. -
Li Derya Marmarayê careke din erd hejiya
Li Derya Marmarayê bi mezinahiya 4.6 pileyî careke din erd hejiya. -
Yuksel Genç: Gelê Kurdistanê ji aştiyê re amade ye
Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç, diyar kir ku Kurdên ku banga Rêber Apo bi awayekî erênî pêşwazî kirine, ji aştiyê re amade ne û got ku divê desthilatdarî gavan bavêje. -
KNK'ê xwest qirkirina 1915'an bê qebûlkirin
KNK'ê qirkirina sala 1915'an a bi destê Osmaniyan li hemberî gelênxwecihî yên Mesihî hate kirin bi xurtî şermezar kir û xwest, qirkirin ji aliyê tevahiya dem û dezgehên pêwendîdar ve bê qebûlkirin. -
Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê êşkence û binpêkirinên mafên mirovan zêde dibin
Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê berdana girtiyên ku înfaza wan xelas bûye bi hincetên nediyar tê astengkirin. -
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed bi Wezîrê karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot re li Hewlêrê hevdîtin kirin -
ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Saetê hevdîtinê ya DEM Partî û Wezîrê Edaletê diyar bû
Heyeta DEM Partiyê wê sibê di saet 10:30’an de bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bike. -
Odeyên Bazirganiyê banga vekirina deriyê sînorê Rojava kirin
11 odeyên borsa û bazirganiyê yên Bakurê Kurdistanê bi banga hevpar xwestin deriyê sînorê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku ji sala 2012’an ve girtî ye bê vekirin. -
Walîtiya Stenbolê ragihand ku di erdhejan de 151 kes birîndar bûne
Walîtiya Stenbolê ragihand ku tu kes di erdhejên pey hev de jiyana xwe ji dest nedane û diyar kir ku ji ber panîkê 152 kes birîndar bûne. -
Girtiyan nerazîbûn nîşanî darvekirina Nejad Heydaranlû dan
Girtiyên siyasî ku 'Kampanya Na ji Darvekirinê re ya Rojên Sêşemê' lidar dixin, diyar kirin ku darvekirina Hemîd Hisên Nejad Heydaranlû binpêkirina mafên mirovan e. -
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
AFAD'ê ragihand ku li Buyukçekmeceyê bi mezinahiya 3.8 pileyî erd hejiya ye. -
Prof. Dr. Nacî Gorur: Hê erdheja mezin a Marmarayê ya tê payîn çênebûye
Jeolog Prof. Dr. Nacî Gorur têkildarî erdheja li Sîlîvrî ya Stenbolê çêbûyî, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal got, ku ev erdhej ne ew erdheja mezin a tê payîn li Marmara çêbibe.