Xizmên windayan banga rûbirûbûna Qirkirina Ermeniyan kir
Li Colemêrg, Amed, Êlih û Îzmîrê xizmên windayan civiyan û bal kişandin ser Qirkirina Ermeniyan a 24’ê Nîsanê û banga rûbirûbûnê kirin.
Li Colemêrg, Amed, Êlih û Îzmîrê xizmên windayan civiyan û bal kişandin ser Qirkirina Ermeniyan a 24’ê Nîsanê û banga rûbirûbûnê kirin.
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan bi daxwaza ‘’Bila winda werin dîtîn, kiryar werin darizandin’’ li Culemêrg, Amed, Êlih û Îzmîrê çalakî li dar xistin.
AMED
Xizmên windayan di çalakiya xwe ya hefteya 846’emîn de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolûyê li hev civiyan û bi wesîleya 110’emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan a 24’ê Nîsana 1915’an di şexsê Helbestvan Taniel Varujan de failên rewşenbîrên Ermenî yên hatine windakirin, hatin pirsîn
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Amedê ya ÎHD’ê Alî Îhsan Demîrtaş di çalakiyê de axivî û çîroka Taniel Varujan xwend.
Demîrtaş diyar kir ku Taniel Varujan ê 31 salî û bavê sê zarokan, şeva 24’ê Nîsana 1915’an ji mala xwe hatiye binçavkirin û li Enqereyê di encama kemîneke hêzên dewletê de li gel 4 hevalên xwe hatiye qetilkirin.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÊLIH
Li Êlihê jî çalakvan di çalakiya xwe ya hefteya 682’yemîn de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li hev civiyan û aqûbeta Alî Îhsan Dagli yê ku di 4’ê Nîsana 1995’an de di bin çavan de hatî windakirin pirsîn.
Çîroka Dagli ji aliyê Rêveberê Şaxa Êlihê ya ÎHD’ê Rezan Baytar ve hate xwendin. Rezan Baytar diyar kir ku ji Alî Îhsan Dagli yê ku di 4’ê Nîsana 1995’an de hati binçavkirin, ji wê demê ve ye tu agahî nayên standin û diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo windayan bidomînin.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
COLEMÊRG
Li Culemêrgê jî ÎHD û xizmên windayan di çalakiya xwe ya hefteya 172’yemîn de li Kolana Hunerê ya li navçeya Geverê hatin ba hev. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo Welat Şedal, Îsmaîl Şedal û Sîbel Şedal ên ku di 25’ê Nîsana 2000’î de hatin qetilkirin daxwaza edaletê hate kirin.
Çîroka windayan ji aliyê endamê ÎHD’ê Ozan Akbaş ve hate xwendin û Akbaş banga têkoşînê kir.
ÎZMÎR
Li Îzmîrê jî çalakiya ji bo windayan a du hefteyan carekê tê lidarxistin, vê hefteyê li pêşiya bînaya berê ya Sumerbank a li navçeya Konakê hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa ‘’Winda wijdan in, lê xwedî derkeve’’ û ‘’Kiryar diyar in winda li ku ne’’ hatin vekirin û çalakvanan bal kişand ser Qirkirina Ermeniyan a 24’ê Nîsana 1915’an.
Teksta daxuyaniyê ji aliyê Rêveberê Şaxa Îzmîrê ya ÎHD’ê Caner Canli ve hate xwendin û Canli baga rûbirûbûna Qirkirina Ermeniyan kir.
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.