ROJANE
Hemû Nûçe
-
Bi mehane girtiyan nabin nexweşxaneyê û berdana wan tê astengkirin
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tokatê tên girtin, bi mehane bi hinceta ku lêgerîna nava dev qebûl nakin sewqî nexweşxaneyê nayên kirin û berdana gelek ji wan jî bi hincetên keyfî hate taloqkirin. -
Peyama girtiyan ji bo Onder: Dilê me ji bo wî lê dide
Girtiyên ji doza Kobanê di peyama xwe ya ji bo Sirri Sureyya Onder ê ji ber nexweşiya dil tê dermankirin de gotin, “Baweriya me ew e ku weke her carê wê bi berxwedanê bi ser bikeve û dilê me girtiyan ji bo wî lê dide.” -
Platforma Azadî ji Parastinê re piştgirî da Kozagaçli
Platforma Azadî ji Parastinê re ji bo piştevaniya bi Serokê Rûmetê yê ÇHD’ê ku piştî hat tehliyekirin dîsa hat girtin, , li pêşiya Edliyeya Enqereyê daxuyanî da. -
TTB: Girtiyên nexweş di bin şert û mercên dermirovî de tên sewqkirin
Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) diyar kir ku girtiyên nexweş di bin şert û mercên dermirovî de tên sewqkirin û bi rengekî nivîskî li wezaretên Tenduristî, Edalet û Karên Hundir serlêdan kirin. -
DÎSK: Em ê 1’ê Gulanê li Kadikoyê pîroz bikin
DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê diyar kirin ku ew ê îsal 1’ê Gulanê li Kadikoyê pîroz bikin. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêber Apo yê li Îmraliyê di bin tecrîdê de û ya girtiyên din, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê ya Îmraliyê dan. -
Ji nexweşxaneyê daxuyaniyeke nû: Metirsiya li ser jiyana Onder dewam dike
Nexweşxaneya Florence Nightingale ku Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder lê di beşa çavdêriya awarte de tê ragirtin, diyar kir ku nexweşê wan di asta rîska bilind de ye û metirsiya li ser jiyana wî dewam dike. -
ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Wezîrê Tenduristiyê: Di rewşa Onder de guhertin nîne
Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglû serdana nexweşxaneya ku Sirri Sureyya Onder lê tedawî dibe kir û got: “Di rewşa Sirri Sureyya Onder de guhertin nîne.” -
Li dijî şaredariyek din a CHP’ê operasyon: 5 kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya operasyona li dijî Şaredariya Kemalpaşa ya Îzmîrê ya CHP’ê de 5 kes hatin binçavkirin. -
Selçûk Kozagaçli dîsa hate girtin
Serokê Rûmetê yê ÇHD'ê Selçûk Kozagaçli li ser îtîraza dozger dîsa hate girtin. -
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li pêşiya nexweşxanyê daxuyanî dan
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan têkildarî rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder daxuyanî da û wiha got, “Têdikoşe, li ber xwe dide. Hêvîdarin ev têkoşîn û berxwedana wî bike ku bi awayekî tendurist dîsa li me vegere.” -
Dayikên Aştiyê çûn nexweşxaneya ku Onder lê tê dermankirin
Dayikên Aştiyê çûn serdana nexweşxaneya ku Sirri Sureyya Onder lê tê dermankirin. Dayikan, der heqê rewşa tenduristiyê ya Onder de agahî girtin. -
Ji bo malbata şehîd Erdal Reşo serdanên sersaxiyê
Ji bo gerîlayê HPG'ê Erdal Reşo yê li Zapê şehîd bû, girseya gel serdana malbata Akçîn kir û sersaxî jê re xwest. -
DEM Partî: Serdanên ji bo Onder hemû reng gihand hev
DEM Partiyê lîsteya kesayetên ku serdana nexweşxaneyê kirin û peyam ji bo Sirri Sureyya Onder şandin, weşand. Di nava wan de Erdogan, Barzanî û Îlham Ehmed jî hene. -
Selçûk Kozagaçli dubare hate binçavkirin
Serokê Rûmetê yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Selçûk Kozagali, bêyî ku 24 saet li ser tehliyekirina wî derbas bibin, dubare hate binçavkirin. -
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam krîza dil derbas kir
Mehmet Emîn Çam ê 73 salî yê ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Beşîrî ya Êlihê tê rehîngirtin û di lîsteya ‘’girtiyên nexweşên giran’’ a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, krîza dil derbas kir. -
Doktor: Bersiveke baş dide tedawiyê, metirsiya li ser jiyana wî dewam dike
Doktorên Sirri Sureyya Onder ku di beşa çavdêriya awarte ya nexweşxaneyê de ye, diyar kirin ku rewşa giştî li gorî doh hîn baştir e, bersiveke baş dide tedawiyê û got, "Metirsiya li ser jiyana nexweşê me dewam dike." -
Alîkarê Serokkomar serdana Onder kir: Pêvajo wê dewam bike
Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz li gel Waliyê Stenbolê Davût Gul û heyeta pê re serdana Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê kir ku Sirri Sureyya Onder lê tê dermankirin. -
Daxuyaniya ji nexweşxaneyê: Tedawiya Onder ber bi başiyê ve diçe
Doktoran têkildarî rewşa Endamê Heyeta Îmraliyê û Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder daxuyanî dan û diyar kirin ku tedawiya Onder ber bi başiyê ve diçe. -
Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan. -
Dema hevdîtina bi wezaretê re wê hefteya bê diyar bibe
DEM Partiyê ragihand ku dema hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya bi Wezareta Edaletê re wê hefteya bê diyar bibe. -
'Hevdîtinên aştiyê yên tevgera Kurd wê têkoşînê xurt bike'
Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk bal kişand ser hevdîtinên aştiyê yên Tevgera Azadiyê ya Kurd û got, "Meşandina pêvajoya aştiyê wê têkoşîna giştî û yekîtiyê xurt bike." -
ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Ahmet Davutoglû serdana Sirri Sureyya Onder kir
Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu serdana nexweşxaneya ku Sirri Sureyya Onder lê tedawî dibe kir û got: “Sirri Sureyya Onder ji bo pêvajoyê jî kesekî giring e. Em bawerin wê di demeke nêz de dîsa were nav me.”