Daxwaza hestiyên kurê xwe dike
Aynûr Taş ku kurê wê li Efrînê şehîd bû û birayê wê yek ji girtiyên nexweş e, got "Ez hestiyê kurê xwe dixwazim. Ji bo tedawiya birayê min ê nexweş dixwazim înfaza wî bê taloqkirin."
Aynûr Taş ku kurê wê li Efrînê şehîd bû û birayê wê yek ji girtiyên nexweş e, got "Ez hestiyê kurê xwe dixwazim. Ji bo tedawiya birayê min ê nexweş dixwazim înfaza wî bê taloqkirin."
Aynûr Taş dayikek e ku kurekî wê şehîd e, ji kurekî xwe jî 10 sal in agahiyê wernagire, birayê wê jî nexweş e û li hucreya yek kesî ya li girtîgehê ye. Aynûr Taş got, "Ne tiştekî welê ye ku mirov îdare bikin, lê em îdare dikin" û anî ziman ku ew naxwaze ti dayik ewladê xwe winda bike, ew li gel her tiştî aştiyê dixwaze.
Aynûr Taş a li Stenbolê dimîne, xwişka Serhat Karsû ye ku girtiyekî nexweş e û li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a bi Hejmara 1'ê ya Erzûrûm Dûmlûyê tê ragirtin. Dayika şervanê YPG'ê Mazlûm Taş (Andok Farqîn) e ku sala 2018'an li Efrînê şehîd bû. Aynûr Taş ji ANF'ê re axivî, diyar kir ku birayê wê Serhat ê ku 126 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn bi tena serê xwe li hucreyekê tê ragirtin û got, "Nexweşî di mîdeya Serhat de der bûye, vê yekê bandor li rûyê wî jî kiriye. Rehên li ser rûyê wî reş bûne. Serhat 6 salan ev nexweşî kişand. Di nava wê demê de nebirin nexweşxaneyê, derman nekirin. Herî dawî piştî ku rewş giran bû got 6 sal in vê dikişînim. Me mijar xist rojeva çapemeniyê û serî li ÎHD'ê dan. ÎHD jî çû gel Serhat û piştre birin nexweşxaneyê Naxwe destpêkê tedawiya wî asteng kirin. Doktorekî jê re got, 'Ez te naşînim nexweşxaneyê. Eger tu yê bimire, li vir bimire'.
DI DEVÊ WÎ DE DIRAN NEMA
Dest bi tedawiyê kirin, lê belê ji ber vê nexweşiyê diran di devê wî de neman. Niha em tedawiya diran a Serhat dikin. Ji ber mîdeyê jî rewş nebaş e. Serhat hema hema saleke dest bi tedawiyê kir, lê belê li gel li gel derman jî dibêje, 'Ji tirsa nikarim pariyekî nan jî bixwim. Weke ku kevir di hundirê mîdeya min de heye'. Diçe nexweşxaneyê lê belê baş nabe. Divê biçe doktorên din jî lê belê ev yek tenê li derve dibe.
LI HUCREYA YEK KESÎ YE
Birayê min li hucreya yek kesî tê ragirtin. Eger niha hevlek li gel wî bûya dibe ku rewşa wî baştir bûya. Carna dibêje, Ez çavên xwe vedikim, nizanim li ku me, xuya ye ji ser hişê xwe çûm e û ketime'. Sûcekî Serhat nîne, yekane 'sûcê' xwe Kurdbûn e. Em dixwazin Serhat jî hemû girtiyên nexweş jî bêne berdan."
GORISTAN JÎ XERA KIRIN
Kurê Aynûr Taş Mazlûm sala 2014'an tevlî nava refên YPG'ê bû û sala 2018'an li Efrînê di dema êrîşên dagirkeriyê de şehîd bû. Aynûr Taş bi bîr xist ku Goristana Avesta ya ku cenazeyê kurê wî lê hate veşartin, ji aliyê Ajansa Anatoliyê ya dewleta Tirk ve weke 'gora komî' hate nîşandan û got, "Min nekarî cenazeyê kurê xwe yê şehîd bînim. Goristana Avesta hate xerakirin ku cenazeyê wî lê hatiye veşartin. Li gel 70 hevalên xwe, kes nizane cenazeyê kurê min avêtine ku derê.
DÎSA JÎ EM LI BER XWE DIDIN
Ne tiştekî welê ye ku mirov îdare bikin, lê belê em îdare dikin. Hestiyekî xwe jî hebe ez razî me. Goreke xwe hebe mirov dikare serdana gorê bike, lê ew jî nîne. Li gel vê kiryara li dijî mirovahiyê jî em daxwaza aştiyê dikin. Weke dayikekê dilê min şewitî ye, bila dilê dayikeke din neşewite. Bila dayikeke din negirî. Bila dayikek din ewladê xwe winda neke. Min kurê xwe ji dest da, lê bila kes ji dest nede. Ez daxwaza hestiyên kurê xwe dikim.
NIKARE AGAHIYÊ JI EWLADEKÎ XWE WERBIGIRE
Me ewladên xwe wind akirine, lê em aştiyê dixwazin. 10 sal in nikarim agahiyê ji ewladekî xwe werbigirim. Yekane tişta ku ez bibêjim; Aştî, aştî, aştî..."