ROJANE
Hemû Nûçe
-
PAJK: Em Newrozê bikin Newroza Azadiya Rêber Apo
Koordînasyona PAJK’ê got, “Ev Newroz wê bibe mîladeke nû. Gelê me wê ji bo azadiya Rêbertî li qadan bibin yek dil û bi dengek herî xurt biqîrin. Ev Newroz wê bibe Newroza azadiya Rêbertî.” -
HBDH: Sembola berxwedanê ya gelan Newroz pîroz be!
Komîteya Rêveber a HBDH’ê got, “Newroza ku li gelek cihan tê pîrozkirin, li tevahî gelên bindest pîroz be! Bibe wesîleya rizgarî, azadî, yekîtî û jiyana hevpar a gelan!” -
ROJEVA 21'Ê ADARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
Li gelek navendên Kurdistan û Tirkiyeyê Newroz bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Newroz pîroz be” hat pîrozkirin. -
Di danezana MGK'ê de qala gavên ku dewlet biavêje nehat kirin
MGK'ê di danezana 7 xalan de qala gavên ku divê dewleta Tirk biavêje nekirin û ji bo PKK’ê jî got, “Em ê pêvajoya xwe fesihkirinê, çek danînê û bêçekbûnê ji nêz ve bişopînin.” -
MLKP: Werin em Newrozê veguherînin roja amadekariya têkoşînên nû
MLKP’ê bi şîara ‘’Bila dewleta Tirk tavilê agirbestê îlan bike, Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî werin berdan, êrîşên dagirkeriyê werin bidawîkirin; mafê xweseriya demokratîk were naskirin’’ bang li her kesî kir ku tevlî Cejna Newrozê bibe. -
Serokê YNK'ê Talabanî Newroza gelê Kurd pîroz kir
Serokê YNK'ê Bafil Talabanî diyar kir ku Newroz sembola jinûve zayîna gelê Kurd e û wiha got: "Divê em mil bi mil li ber xwe bidin û ji bo rûmeta Kurdistanê û parastina mafên gelê xwe bixebitin." -
Nûrî Aslan dê Serokatiya ÎBB’ê bike
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû, ji ber lêpirsîna derheqê xwe de wekaleta Serokatiya ÎBB’ê da Endamê Meclîsa ÎBB’ê yê CHP’yî Nûrî Aslan. -
Tulay Hatîmogûllari serdana IBB'ê kır: Em ê ti carî qebûl nekin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li gel heyetekê serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (IBB) kir. -
HBDH: Em ê têkoşîna azadî û demokrasiyê mezin bikin
HBDH'ê got, "Têkoşîna azadiyê ya Kurd ku 50 sal in dewam dike, bi pêşengiya PKK û Rêbertiya wê derbasî qonaxake nû dibe. Weke HBDH em ê tifaqê her asta têkoşînê bibin ku destketiyan ji gelê Kurd û gelên kedkar ên Tirkiyeyê re biafirîne." -
Ji CÎK’ê peyama Newrozê
CÎK’ê Newroz li gelê Kurd pîroz kir û got, “Îsal Newrozê bi armanca aştî û civaka demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan raber kir pêşwazî dikin.” -
Tê payin ku milyonek mirov tevlî Newroza li Stenbolê bibin
Ji bo Newroza li qada Yenîkapi ya Stenbolê demeke kurt ma ku wê 23'ê Adarê bê pîrozkirin. Rayedarên DEM Partiyê li bendê ne ku îsal milyonek mirov tevlî Newroza li Stenbolê bibin. -
Cezayê girtîgehê li 3 rojnamevanan hate birîn
Di doza rojnameya Ozgur Gundemê de li rojnamevan Înan Kizilkaya, Huseyîn Aykol û Zana Bîlîr Kaya cezayê girtîgehê hate birîn. -
Parêzerên Rêber Apo ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin muwekîlên xwe yên li Îmraliyê tecrîdkirî Rêber Apo û girtiyên din bibînin serlêdaneke din kirin. -
Kalkan: Kongreya ku Rêber Apo lê ne amade be nikare biryara çekdanînê werbigire
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku kongreyeke Rêber Apo lê ne amade be, wê nikaribe biryara çekdanînê werbigire û got, "Yekane kesê ku karibe vê bide kirin Rêber Apo ye. Tenê Rêber Apo dikare vê biryarê bi PKK'ê bide wergirtin." -
ROJEVA 20'Ê ADARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li gelek navendan coşa Newrozê: Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok!
Bi hezaran welatî li Stenbol, Enqere, Edene, Colemêrg û Şirnexê kom bûn û agirê Newrozê vêxistin. Welatiyan di pîrozbahiyên Newrozê de gotin: “Em li pişt banga dîrokî ya Rêber Apo ne. Divê azadiya Rêber Apo bê misogerkirin.” -
Ozgur Ozel: Roja Yekşemê rabin ser piyan
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bang li sed hezaran kesên ku li Saraçhaneyê li hev civiyan kir û got: "Roja Yekşemê rabin ser piyan. Rabin û vî welatî rizgar bikin.” -
Rojnamevan Eylem Babayîgît ji girtîgehê derket: Ez ê nivîsandinê bidomînim
Rojnamevan Eylem Babayîgît ku ji girtîgehê derket got ku ew ê di her şert û mercî de nivîsandinê bidomîne. -
DEM Partî serdana CHP’ê kir
Piştî ku tevî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû 105 kes hatin binçavkirin, heyeta DEM Partiyê ji bo piştevaniyê serdana Navenda Giştî ya CHP’ê kir. -
Polîsan êrîşî CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
Polîsan êrîşî CHP’iyên ku dixwestin binçavkirina Ekrem Îmamoglû protesto bikin, kirin. Di êrîşê de 5 kes hatin binçavkirin. -
Newroza Çewlîgê: Hiqûqa ku nasnameyan nas nake mecbûr e were guhertin
Ûçar di pîrozbahiyê de axivî û wiha got, “Hiqûqa ku gel û nasnameyên vî welatî nas nake mecbûr e biguhere.” -
Qendîl ji bo Newrozê amade ye
Komîteya Amadekar a Newrozê ya Qendîlê ragihand ku amadekarî temam bûne û bang li gelê Kurd kir ku beşdarî Newroza li Qendîlê bibe. -
Gardiyanan milê Ferhat Mûsa yê girtî şikandin
Li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a bi Hejmara 1'emîn a Sîncanê, gardiyanan bi êşkenceyê milê girtî Ferhat Mûsa şikandin ku ji Başûrê Kurdistanê ye. -
Rageşî û aloziya li Şengalê dewam dike
Xelkê Şengalê ji bo êrîşa artêşa Iraqê ya li ser şervanên YBŞ'ê şermezar bike li hev kom bû û xwest bimeşe. Ji ber ku li benda kontrolê ya artêşa Iraqê hate astengkirin, rageşiyê destpê kir û hîn jî dewam dike.