Firat: Em li dora Birêz Ocalan bicivin û destê wî xurt bikin
Hasan Basrî Firat ji bo yekîtiyê bang kir û got, "Bi banga nû ya Birêz Ocalan re divê em destê wî xurt bikin, li dora wî bibin yek û vê têkoşînê bi destketiyên gelê Kurd bi encam bikin."
Hasan Basrî Firat ji bo yekîtiyê bang kir û got, "Bi banga nû ya Birêz Ocalan re divê em destê wî xurt bikin, li dora wî bibin yek û vê têkoşînê bi destketiyên gelê Kurd bi encam bikin."
Neviyê Şêx Seîd Hasan Basrî Firat paradîgmaya nû ya Rêber Apo nirxand û anî ziman ku Rêber Apo lîderekî girîng e ku hişê dîrokî yê gelê Kurd, aqlê wê yê paşerojê û pêşdîtina wê ya siyasî temsîl dike. Hasan Basrî Firat destnîşan kir ku rê û rêbazên têkoşînê yên Rêber Apo wê gelê Kurd her tim bi ser bixîne.
Firat diyar kir ku feraseta nû ya siyasetê ya Rêber Apo ji şer wêdetir ji bo avakirina civaka demokratîk e û ji bo ev xet veguhere destketiyên mayinde, gelekî girîng e.
Firat got, "Gelê Kurd ne tenê daxwaza mafê xwe dike, di heman demê de paşeroja xwe jî ava dike. Ev têkoşîn bi meşa bi hev re dikare bi ser bikeve. Paşeroja me wê bi vê têkoşînê diyar bibe."
Firat banga Rêber Apo weke destnîşankirina hişmendiya siyasetê ya xwe dispêre danheviya salan pênase kir û got, ev hişmendiya siyasetê di heman demê de biryardarî ye.
Bi dewamî Firat got, "Gelê Kurd îro gihîştiye wê astê ku paşeroja xwe ava bike. Di vir de para fikrên Birêz Ocalan gelekî mezin e. Gelê Kurd sed sal in vê têkoşînê dimeşîne. Bi say avê têkoşînê înkar hate rawestandin. Em gihîştine wê astê ku êdî vê yekê bi ser bixîne. Lewma eger em li dora rêbazên têkoşînê yên nû yên Birêz Ocalan bicivin, gelê me wê li ser zemîneke hiqûqî û demokratîk paşeroja xwe diyar bike."
Firat işaret bi mayindekirina destketiyên têkoşîna Rojava kir ku li dora fikir û siyaseta Rêber Apo ava bû û got, "Li Rojava, model û têkoşîna gelê Kurd li tevahiya cîhanê bandoreke mezin kir. Ev rêbaza têkoşînê ya ku Birêz Ocalan afirand, ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo tevahiya herêmê çareserî û rêyeke aştiyane û wekhev e. Ev yek jî radixe pêş çavan bê ev rê çiqasî girîng û rast e. Lewma divê careke din ev yek bê gotin: Banga Birêz Ocalan bangeke welê ye ku wê paşeroja gelê me diyar bike."
Hasan Basrî Firat destnîşan kir ku gelê Kurd bêyî ji dewletê yan jî hêzeke cuda hêvî bike, li dora banga Rêber Apo bi têkoşînê dikare encamê bi dest bixe û got, "Ev yek pêvajoyeke nû ye. Ji bo rêveçûn û encamgirtina vê pêvajoyê şert e ku Birêz Ocalan azad be. Azadiya Birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha wê tevkariyê li aştiya tevahiya herêmê bike."
Firat herî dawî bang li gelê Kurd kir û got, "Ji gelê Kurd rica dikim; ji bo mayindekirina vê têkoşîna ku sed sal in bi berxwedan û berdêlên giran hate meşandin, ji bo bidestxistina mafên xwe em neçar in bibin yek. Bi banga nû ya Birêz Ocalan re em hêzê bidin wî, destê wî xurt bikin, li dora wî bicivin û vê têkoşînê bi destketiyên gelê Kurd bi encam bikin."