Girtiyê Kurd nameyek şand

Girtiyê siyasî yê Kurd Rizgar Begzadeh Babamîrî têkildarî zext û êşkenceyan ji Girtîgeha Ûrmiyeyê nameyek şand.

Girtiyê siyasî yê Kurd Rizgar Begzade, ji girtîgeha Ûrmiyeyê têkildarî zext û êşkenceyên ji aliyê rayedarên girtîgehê ve li ser tê kirin, nameyek belav kir.

Rizgar Begzade di nameya xwe de da zanîn ku ji roja hatî binçavkirin ve di lêpirsînan de gelek êşkence lê hatiye kirin.

Dewama nameya girtiyê siyasî yê Kurd Rizgar Begzade wiha ye:

“130 roj in hatîme binçavkirin û di lêpirsînê de êşkenceyên wek xeniqandin, gulebarandin, dayînaelektrîkê û bêxewhêlan li min hatin kirin.

Ez ne endam û alîgirê ti partî an komê me. Min ti kiryarên nemirovane, tundûtûjî an sûc nekirine. Tenê sûcê min erka mirovî bû ku ew jî dabînkirina dermanan ji bo birîndarên xwepêşandanên Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ bû. Ez parêzvanekî mafên mirovan im, lê ew gefê li min dixwin ku min bikujin û cenazeyê min winda bikin.

Min gilî li dozgeriya giştî kir lê alîkarê dozger li ofîsê bi hinceta derbasbûna demê dereng xist û nehişt ku ew ji ofîsa edlî ya li wir re were şandin.”

Hêjayî gotinê ye ku Rizgar Begzade Babamîrî yê 47 salî bavê 3 zarokan e. Rizgar Begzade di 17’ê Nîsana 2023’yan de ji ber beşdarbûna xwepêşandanên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û dabînkirina pêwîstiyên tenduristiyê ji bo qurbaniyên xwepêşandanê, li bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê bêyî fermana dadwer ji aliyê îdareya Îtlaatê ya Îranê ve hate binçavkirin û piştre Rizgar Begzade şandin girtîgeha Urmiyeyê.

Rizgar Begzade ji aliyê Şaxa 10’emîn a Dozgeriya Şoreşê ya Ûrmiyê ve bi tometên ‘çekdarîkirin, serhildan, kombûn û komploya li dijî asayîşa neteweyî, propagandaya li dijî dewletê û sîxurî’ tê sûcdarkirin.