Girtiyên siyasî avêtin hucreyê
3 girtiyên ku ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzinganê re hatine sirgûnkirin, ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekirine bi êşkenceyê ew avêtine hucreyê.
3 girtiyên ku ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzinganê re hatine sirgûnkirin, ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekirine bi êşkenceyê ew avêtine hucreyê.
Girtiyên bi navê Îsmaîl Barka, Hakkarî Aydogdû û Ertan Oren ên ku li Girtîhega Tîpa T a Beşîkduzû ya Trabzonê dihatin dîlgirtin, ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzinganê re hatine sirgûnkirin.
Di têketina girtîgehê de lêgerîna tazî li girtiyan hatiye ferzkirin û ji ber ku girtiyan ev yek qebûl nekiriye êşkence li wan hatiye kirin. Li ser vê yekê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine û ew avêtine hucreyê.
Girtiyên ku ev çar roj in di greva birçûbûnê de ne, bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku bêdeng nemînin.