“Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo ku di 27’ê Sibatê de kir, hîna jî tê nîqaşkirin. Li gel vê banga ku piştî daxuyaniyên serokê MHP’ê Devlet Bahçelî yên di Cotmeha borî de hate kirin û biryara agirbestê ya PKK’ê jî, dewleta Tirk ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên şênber neavêtiye. Prof Gençay Gursoy têkildarî mijarê pirsên ANF’ê bersivand.
Em ê qala nîqaşên çareserî û aştiyê yên li Tirkiyeyê bikin, lê beriya vê dixwazin balê bikşînin ser Sirri Sureyya Onder. Hûn dixwazin li ser Sirri Sureyya Onder ku ji ber nerehetiya xwe ya dil tê dermankirin û rewşa wî hîna krîtîk e çi bibêjin?
Eger em li Tirkiyeyê qala aştiyê dikin, wê demê teqez qala Sirri Sureyya Onder bikin. Tê gotin ku li dîrokê ji şexsan zêdetir helwesta girseyan girîng e, lê ev her tim ne derbasdar e. Hîn caran şexs dibin diyarker û hêmanê ku pêşerojê tayîn bikin. Sirri Sureyya di têkoşîna aştiyê ya li Tirkiyeyê de bi taybetî jî di mijara aştiya Kurd de ji destpêka salên 2000’î heta niha di nava vî karî de ye û ji bo aştiya Tirkiyeyê têdikoşe.
Dostaniya me ya bi salên dirêj pê re heye. Ji ber ku ez bijîşk im, tenduristiya wî ji nêz ve dişopînim û pir bi fikar im. Ez bawerî bi hêza berxwedanê ya Sirri tînim û hêvî dikim ku dîsa cihê xwe di têkoşîna aştiyê de bigre.
Em jî hêvî dikin ku di zûtirîn demê de tenduristiya wî baş be û ji cihê mayî dewam bike. Lê pirsgirêka tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder, atmosferekî cuda derxist holê. Kesên ji çar aliyên Tirkiyeyê û kesên ji aliyên pir cuda, li dora Onder bûn yek. Ev dîmenê ku xwedî li Onder derdikeve çi ji me re vedibêje?
Sirri Sureyya Onder siyasetmedarekî entelektuel e. Hem jî siyasetmedarekî xwecihî ye. Ev bûyer rasterast bi meseleya aştiyê re têkildar nebe jî, dibe ku helwesta girseyan ya li ser vê bûyerê biguherîne. Ez hêvî dikim ku rewşa hesasiyetê ku bi rewşa Sirri re li civakê çêbûye, tevkariyê li aştiyê bike.
Ev mesele tevî ku weke ku rasterast bandorê nake xuya bike jî, gelo ev pirsgirêk bandorê li ser hemû dînamîkên aborî, civakî, polîtîk û siyasî ya Tirkiyeyê nake? Hemû pirsgirêkên ku em îro nîqaş dikin, di rastiyê de ne berhemekî têgihiştina dij demokratîk e?
Rast e. Lê tekane sedem ne ev e. Hin taybetmendiyên desthilatdariyê jî di nava sedemên dîmenê tarî ya heyî de ye. Eger desthilatdariyekî cudatir ku li ser esasê wekhevî, azadî û demokrasiyê ba, wê rewş cudatir ba. Di mijara aştiyê de jî wê rewş cudatir ba.
Pirsgirêka PKK’ê ya li Tirkiyeyê bi gotina wan "pirsgirêka terorê" ne sedema her tiştê ye, lê teqez e ku yek ji sedemên herî girîng e. Ev ne meseleyekî ku niha bûye rojev. Ji damezrandina Komara Tirkiyeyê ve pirsgirêka Kurd nehat çareserkirin.
Ji damezrandina komarê ve çawa ku Komara Tirkiyeyê di neçareserkirina vê mijarê de bi biryar e, Kurd jî vê meseleyê di derdorên entelektuel, rewşenbîr û serokên gelan de kir rojev. Îro jî ev mesele yek ji sedemên sereke yê pirsgirêkên Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê heta ku ev mesele çareser nebe, ne pêkan e ku Tirkiye demokratîk bibe û pirsgirêkên aborî yên heyî bi temamî çareser bibin.
Di meha Cotmehê ya borî de ev mijar bi banga serokê MHP’ê Devlet Bahçelî bû rojev. Ji ber ku ev bang ji aliyê Bahçelî ve hat karekterê vê pêvajoyê hat nîqaşkirin û gelek alî şaş man. Gelo hûn jî şaş bûn? Her wiha hûn dixwazin têkildarî karekterê vê pêvajoyê çi bibêjin?
Ez şaş bûm. Ji ber ku Devlet Bahçelî tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê dem bi dem vê meseleyê dike rojev û gotinên xwe yên ku min şaş dihêlin didomîne.
Lê eger eşkere bibêjim, tevî hemû gotinên xwe jî di min de baweriyê çênake, bawer nakim ku di çareserkirina pirsgirêka Kurd de jidil e. Ji ber ku mirov piştî temenê 70, 80 bi hêsanî nayê guhertin.
Ji ber vê mijarê fikarên civakê hene. Bang tê kirin, lê gavekî şênber tine ye. Hûn derbarê vê de çi dibêjin?
Ti gav nehat avêtin, tenê gavên gef xwarinê hatin avêtin. Îro jî dema Devlet Bahçelî ji aliyekî ve ji bo dewamkirina pêvajoyê biryardariyê nîşan dike, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û şêwirmendên wî dibêjin, "PKK wê teslîm bibe, çekan teslîm bike û xwe fesh bike." Ji derveyî vê ti gotin nake.
Piştî banga ku di 27’ê Sibatê hate kirin ku wekî mitabeqeta pêşî tê dîtin, hat diyarkirin di nava heftiyekî de gav werin avêtin, tecrîd rabe û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê mijarê rasterast bi civakê re nîqaş bike. Ji ber ku tiştên hatin gotin pêk nehatin, çiqasî rast e ku li ser vê mitabeqeta pêşî ev yek nîqaş bikin?
Dema ku ev bang hat ragihandin bi rêya Sirri Sureyya Onder gotineke hatibû zêdekirin. Divê wê jî ji bîr nekin. Gelo gotinên demokrasiyê ku di bangê de cih nedan, encama zorkirinekî ye. Lê çi dibe bila bibe ev bang gavekî girîng e. Tê dîtin ku ev gav ji aliyê kadroyên PKK’ê ve jî hat qebûlkirin.
Yanî ez nizanim em dikarin vê çiqas îspat bikin, lê bi qasî em ji medyayê dişopînin PKK piştgirî dide vê pêvajoyê. Ji ber vê gavekî xwedî wate ye. Li gel ku tîştek nebû, pirsgirêkên çandî û civakî ya meseleya Kurd nehat çareserkirin jî rawestandina şer bi serê xwe destkeftiyek e. Ji ber vê tu tişt nebe jî divê em xizmetê vê bikin.
Tevî ku pirsgirêka Kurd dişibe mînakên cîhanê jî, divê neyê jibîrkirin ku li Kolombiyayê bi hezaran gerîlayên FARC’ê piştî ku çek hatin rawestandin hatin kuştin. Yanî em ji mînakan dibînin ku aştiyekî wiha yek alî pir pirsgirêkan derdixe.
Hûn di vê rewşê de helwesta muxalefetê çawa dibînin?
Serokê Partiya Gel a Komarî vê pêvajoyê erênî pêşwazî dike. Ev girîng e. Divê ji gavên ku van her du girseyan ji hev dûr bike, birevin. Yanî çi dibe bila bibe tevgera siyasî ya Kurd divê guh bide hestên muxalefetê û girseyên ku li pey têkoşîna kûr a demokrasiyê de ne. Helbet wekî aliyê Kurd, muxalefeta li Tirkiyeyê jî di vê mijarê de baldar be. Ev yek tê kirin. Em niha dibînin ku her du alî jî pir bibesîret tevdigere.
Belê aborî xirap dibe, enflasyon dewam dike, lê divê ji bîr nekin ku ji bo çareserkirina van pirsgirêka Kurd esas e. Em neçar in ku vê bi zimanekî guncaw ji gel re bibêjin. Ev ji bo her du alî jî derbasdar e.
Ez hêvî dikim ku tevî her tiştî, tevî hemû şert û mercên neyînî, tevî dewamkirina qirkirina Îsraîlê, hêzên emperyalîst ên li herêmê jî siyasetmedarên Kurd û Tirk bi gavên aqlê selîm vê meseleyê çareser bikin.