Leyla Îmret têkildarî hevdîtinên li Elmanyayê axivî

Hevnûnera Elmanyayê ya DEM Partiyê Leyla Îmret da zanîn ku rayedarên Elmanî ku hefteya borî bi wan re hevdîtinek pêk anî, gotine ku ew piştgiriyê didin pêvajoyê û ger daxwaz çêbibe ew dikarin çavdêriyê bikin.

LEYLA ÎMRET

Hevnûnera Elmanyayê ya DEM Partiyê Leyla Îmret ku di nava heyeta DEM Partiyê de ya ku hefteya borî bi rayedarên Elnamî re hevdîtin pêk anî cih digire, diyar kir ku hevdîtin gelekî baş derbas bûne.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan hefteya borî li Elmanya û Ingîlistanê hin hevdîtin pêk anîn. Heyeta DEM Partiyê ya di bin serokatiya Tûncer Bakirhan de li Berlînê bi weqfên cuda ên nêzîkî partiyên siyasî,  rêxistinên civakî, partiyên siyasî, rayedarên Wezareta Karên Derve ya Federal û musteşaran re hevdîtin pêk anîn. Hevnûnera Elmanyayê ya DEM Partiyê Leyla Îmret ku li gel Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê li Berlînê beşdarî panelek û du civînên gel bû, ji ANF’ê re axivî.

Hûn dikarin têkildarî civîn û hevdîtinên li Berlînê agahiyan bidin?

Hikûmeta Elmanyayê nû dest bi kar kir. Me xwest hem em bi hikûmeta nû re pêwendiyên xwe xurt bikin hem jî têkildarî pêvajoya dîrokî danûstandina agahiyan bikin. Her wiha me bi hin partiyên nêzî xwe, weqfên sivîl û bi taybetî jî civaka xwe ya li Berlînê re hin hevdîtin pêk anîn û em hatin ba hev. Armanc ev bû; ev pêvajo, yanî ev pêngava ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin, pêngava civaka demokratîk  û pêngava avakirina civaka demokratîk e.  Hem vegotina wê, agahdarkirina civakê û hem jî tevlîbûna civakê hate armanckirin û hevdîtinên dîplomatîk jî hatin kirin.

Di van hevdîtinan de kîjan mijar derketin pêş, muxatabên we çawa nêzî pêvajoyê dibin?

Bi giştî bi awayekî erênî nêzî pêvajoyê dibin.  Piştgiriyên xwe yên ji bi pêvajoya ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin, anîn ziman.  Bi taybetî jî ji bo banga 27’ê Sibatê gotin ku ew ‘bi kêfxweşî û baldarî dişopînin.’ Di 10 salên dawîn de dewleta Tirk li dijî civaka Kurd bi taybetî jî li dijî partiya me ya siyasî şerekî tund bi rê ve bir. Gelek kes hatin girtin, şaredarî hatin desteserkirin û pratîkeke kêfî ya antîdemokratîk hebû. Ji me pirsên weke ‘tevî van yekan hemûyan hûn ji bo aşitiyê destê xwe dirêj dikin.  Heya niha aliyê Kurdan pêngavên gelekî mezin û girîng avêtin. Gelo armanc çi ye?’ ‘Ma tiştekî veşartîheye, ma aşitî pêk hat û ma bawerî heye ku ji van pêngavan encameke erênî were bidestxistin?’ jî hatin pirsîn. Tevî van yekan jî pêvajo silav û pîroz kirin.  Tew muxabên me yên ji partiyên siyasî heya hikûmetê yên em pêre civiyan –her wiha me bi nûnerên Wezareta Karên Derve re jî hevdîtinek pêk anî-, di 27’ê Sibatê de piştî banga Birêz Ocalan daxuyaniyek dabûn û dîsa bi awayekî erênî pêşwazî kiribûn û gotin ku ‘em vê pêvajoyê silav dikin û di heman demê de em amade ne ku rol û erka ku dikeve berê me bi cih bînin.’ Ev yek di hevdîtinên me de jî dubare kirin.  Ji me re pirsîn; ‘daxwaza çavdêriyê heye? Ger hebe ji kîjan aliyî jî be têkildarî çavdêriya pêvajoyê em amade ne.’

Daxwaza wan ya şopandin û çavdêriya pêvajoyê heye?

Erê heye. Diyar kirin ku ger têkildarî pêvajoyê ji Tevgera Azadiyê yan jî ji dewleta Tirk daxwazek çêbibe ew ê qebûl bikin. Gotin ku ew ji bo vê yekê amade ne.

Ev pêşniyar ji aliyê hikûmetê ve hate kirin?

Erê. Pêşniyara Wezareta Karên Derve jî bû,  yanîem dikarin pêşniyara hikûmetê ye. Partiyên din ên siyasî û saziyên civaka sivîl jî ev yek anîn ziman. Me diyar kir ku em a niha ji bo ku li Meclîsa Tirkiyeyê komîsyonek were avakirin, pêngav tên avêtin û divê komîsyon ji bo dabînkirina guherînên qanûnî  rol û mîsyona xwe bigire ser milên xwe.  Li gel vê yekê me ev daxwaza wan not girt û ger di pêvajoya pêş de her du alî weke hev bifikirin, em dizanin ku di qada navneteweyî de daxwazeke bi vî rengî heye. 

Bêguman pirsên me jî hebûn. Elmanya dikare di siyaseta hundirîn de siyaseta xwe ya li hemberî Kurdan biguherîne. Me ev daxwaza xwe hem muxatabên xwe yên ji partiyên siyasî re hem jî ji aliyên hikûmetê re anî ziman. Bidawîkirina polîtîkaya krîmînalîzasyonê ya li Elmanyayê li hemberî Kurdan tê sepandin  ji aliyê pêvajoyê ve jî gelekî girîng e û ev yek wê xizmeta pêvajoyê bike.

Muxatabên we têkildarî mijara krîmînalîzasyonê çi gotin?

Parlamenterên Partiya Çepgir têkildarî vê mijarê pêşniyazpirsek dabû Bundestagê jî. Di hevdîtinan de diyar kirin ku ev mijar ne di rojeva wan de ye lê belê ew ê vê yekê bişopînin bê ka wê di jiyan û pratîkê de çawa pêk bînin.  Elmanya û Tirkiyeyê pêwendiyên dîrokî hene. Hemû rewşên li Tirkiyeyê rû didin piştî demekê bandora xwe li vir jî nîşan didin.  Ji ber vê yekê encama ku me ji hevdîtinan bi dest xist ew e ku ji bo bidawîbûna van polîtîkayan  hewceyî bi demê heye. Bi giştî atmosfereke erênî hebû.

We li Berlînê du civînên gel li dar xistin. Civak çawa nêzî vê pêvajoyê dibe, pirsên çawa hatin kirin?

Bêguman civak jî dixwaze pêvajoyê fêm bike. Civak ji xwe, pêşengê xwe û Rêberê xwe bawer dike lê belê gelek pirs hene. Ev yek jî tê fêmkirin.  100 salan li hemberî civaja Kurd, civaka Elewî polîtîkayên tundiyê hatin sepandin û komkujî hatin kirin. Ji aliyê hikûmetê ve pêngaveke şênber a tetmînkar jî nehatiye avêtin.  Civak daxwaza azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan û valakirina zindanan dike. Li bendê ye ku guherînên yasayî werin kirin. Pirsên têkildarî van yekan hene. Ji bo fêmkirina jidiliya hikûmetê, jê daxwaz dike ku pêngavên pratîk biavêje.  Li bersiva pirsên weke ‘ji aliyekî ve hevdîtin çêdibin lê belê ji aliyê din ve çima li hemberî gerîlayan êrîş pêk tên, Erdogan bi awayekî erênî nêzî pêvajoyê dibe yan neyînî?’ digerin.