Rapora têkildarî 9 girtîgehan: Tecrîd, biryarên kêfî û binpêkirina mafên mirovan

Rêxistinên civakî yên sivîl û hiqûqî yên li Wanê piştî serdana li girtîgehên li Wan, Xelat, Patnos, Îdir, Kalkandere, Gîresûn û Beşîkduzuyê raporeke berfireh amade kirin û parve kirin.

REWŞA LI 9 GIRTÎGEHAN

Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) û Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê, rapora xwe ya têkildarî 9 girtîgehên li herêma Serhedê û Behra Reş aşkera kir. Rapor, li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Wanê hate aşkerakirin. Di raporê de cih dan Girtîgeha Tîpa F a Wanê, Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê, Girtîgeha Tîpa T a Wanê, Girtîgeha Tîpa T a Xelatê, Girtîgeha Tîpa L a Panosê, Girtîgeha Tîpa S a Îdirê, Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê, Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê û Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzuyê.

Parêzer Mehtap Işik rapor xwend û da zanîn ku li girtîgehên ew çûne serdana wan, sewqên girtiyan ên ji bo nexweşxaneyan tên vehêlandin an jî nayên kirin û bi vî awayî mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin. Mehtap Işik, wiha domand: “Li hinek girtîgehan jî her çend dereng bên sewqkirin jî sewqa girtiyan tê kirin. Lê belê ji ber ku lêgerîna nava dev û di dema tedawiyê de kelemçekirina destan li girtiyan tê ferzkirin, rewşên rûmeta mirovan binpê dikin derdikevin holê. Girtiyên ku van sepanan red dikin jî naşînin nexweşxaneyê lewma bêyî bên muayene û tedawîkirin, dîsa dişînin girtîgehê.”

Bi domdarî Mehtap Işik da zanîn ku li girtîgehên behsa xeberê ji bo pirtûkan jî kotayek hatiye diyarkirin û wiha pê de çû: “Li gelek girtîgehan pirtûkên bi Kurdî nayên dayin. Heta li hinek girtîgehan hate gotin ku pirtûk û nameyên bi Kurdî ev 6 sal in nayên dayin û ne wergerandina pirtûka weke hinceta vê astengkirinê hate nîşandan. Li van girtîgehên behsa xeberê di heman demê de rojnameyên Yenî Yaşamê, Evrensel, Cumhuriyet û weşanên din ên rojane û qanûnî yên muxalîf, nadin girtiyan. Her wiha kanalên televîzyonan ên muxalîf jî li girtiyan hatine qedexekirin. Li piraniya girtîgehên em çûne serdana wan, girtiyan gotin ku xwarin kêm tê dayin, xwarinên mirov pê têr nabe tên dayin, xwarinên nebaş tên dayin û dema xwarin tê amadekirin mercên hîjyenê nebaş in, bihayê tiştên kantînê giran in, cureyên xwarinan kêm in û ji ber bihabûna tiştên li kantînê, girtî nikarin pêdiviyên xwe bicih bînin.”

Di dirêjiya axaftina xwe de Mehtap Işik da zanîn ku qedexeyên ji bo kurs, atolye, spor û hwd. ên di dema pandemiyê de ketibûn meriyetê hêj berdewam in û wiha got: “Girtî hatine îzolekirin. Ev sepan jî nîşan didin ku girtî di bin tecrîdeke giran de ne. Derfetên civakîbûnê yên girtiyan bi temamî ji destên wan hatine girtin. Girtiyên me pê re hevdîtin kirin; dan zanîn ku mafê wan a axaftina telefonê ya bidîmen nayê cîbicîkirin, gotina ‘binesaziya girtîgehê guncav nîne’ weke hincet tê nîşandan, lê girtiyên edlî vî mafê xwe bi kar tînin, her mehê çendek caran bêyî ku armancek hebe li odeyên wan lêgerîn tên kirin, ji bo belavkirina odeyan lêgerîn tê kirin, hemû alav û amûrên wan tên belavkirin û di dema lêgerîna qawîşê de nîzama leşkerî li girtiyan tê ferzkirin.

Tehliyeyên girtiyan ji hêla Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên Girtîgehan ve tên taloqkirin. Di hincetên van biryaran de jî hincetên razber ên weke ‘nehatiye tespîtkirin ku ji rêxistinê veqetiya be, ji bo jiyana derve guncav nîne, meyla wî heye ku sûcan bike’ û hwd. tên nîşandan. Di heman demê de tehliyeyên girtiyên nexweş ên di pêvajoya berdana bişert de jî bi biryarên bêhincet tê taloqkirin. Rêveberiyên girtîhan, bi Navendên Çavdêrî û Dabeşkirinê û Rêziknameya Têkildarî Nirxandina Hikûmxwaran re li dijî girtiyan bi rayeyeke bêsînor hatine peywirdarkirin û ji ber vê yekê jî biryarên keyfî didin. Weke ku li jor jî qala wê hatiye kirin, bi rêziknameya nû re reyedar rayeyên xwe bi awayekî nebaş bi kar tînin. Lewma jî em bang dikin ku ev rêziknameye were betalkirin, rayeya rayedarên lijneyên çavdêriyê bên bisînorkirin û ji bo bi temamî rakirina van sepanan jî gav bên avêtin.”