Li Elmanyayê li trenê êrîşa bi bivir û çakûç: 4 kes birîndar bûn

Rayedarên Elman diyar kirin ku roja Pêncşemê yekî Sûriyeyî di treneke navbera Hambûrg û Viyanayê de bi bivir û çakûç êrîşî 4 rêwiyan kiriye. Hate ragihandin ku her çar kesên birîndar bûn ji Sûriyeyê ne.

Di daxuyaniya destpêkê ya polîsên xwecihî de hate gotin, "Saet di 13:55'an de zilamekî di trena ICE (InterCity-Express) de ku diçû Viyanayê çend kes birîndar kir."

Di daxuyaniya duyemîn a polîsan de hate ragihandin ku gumanbarê 20 salî ji Sûriyeyê ye û çar kes birîndar kir, ku wê ji wan 15, 24 û 51 salî yên ji Sûriyeyê bûn. Heman çavkaniyê diyar kir ku kesê çaremîn ê birîndar bû 38 salî ye, lê nehate gotin, bê ji ku ye.

Gumanbar beriya ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bê binçavkirin ji aliyê "Rêwiyên din ve hate bêbandorkirin."

Polîs got, "Dema ku gumanbar hate bêbandorkirin bi giranî birîndar bû û niha tê dermankirin."

Wezîrê Karên Hundir ê Bavyerayê Joachim Herrmann gumanbar weke penaber hat Awûstûryayê, piştî ku li vî welatî mafê rûniştinê bi dest xist bi rengekî qanûnî digeriya.

Herrmann li Munchenê civîna çapemeniyê lidar xist û diyar kir ku gumanbar li Awûstûryayê serlêdana penaberiyê kir û li Bavyerayê bi ti awayî nehat dîtin.

Wezîrê Karên Hundir ê Bavyerayê anî ziman ku du ji birîndaran jineke ji Sûriyeyê û kurê wê ye.

Li Elmanyayê mehên dawî gelek êrîşên bi kêrê, êrîşên cîhadîst û bûyerên rastgiriya tund ketin rojevê û van bûyeran hem pirsgirêkên ewlekariyê xist rojevê hem jî nerazîbûna rastgiriya tund zêde kir.

Ev êrîş di demeke welê de rû da ku hate ragihandin, Awûstûryayê kesekî Sûriyeyî yê hikum lê hate birîn ji Sûriyeyê re hate dersînorkirin.

Elmanya jî dixwaze kiryarên xwe yên li hemberî welatiyên Sûriyeyê di ber çavan re derbas bike û pêşî li dersînorkirinê veke.