Wezîrê Karên Derve yê Fransayê: Qemyonên bi barê petrolê yên DAIŞ'ê diçin Tirkiyeyê
Fabîûs ku di mijara Tirkiyeyê de bi îhtiyadkarî tevdigere, qebûl kir ku petrola DAIŞ'ê diçe Tirkiyeyê.
Fabîûs ku di mijara Tirkiyeyê de bi îhtiyadkarî tevdigere, qebûl kir ku petrola DAIŞ'ê diçe Tirkiyeyê.
Li ser bazirganiya petrolê ya di navbera DAIŞ'ê û Tirkiyeyê de, daxuyaniyeke din ji Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Laûrent Fabîûs hat.
Wezîrê Fransayî diyar kir ku di mijara petrola DAIŞ'ê de ew bi guman in. Fabîûs ji radyoya RTL re peyivî û daxuyaniya Rûsyayê ya li ser bazirganiya petrolê ya DAIŞ'ê ya diçe Tirkiyeyê, nirxand.
Fabîûs ku di mijara Tirkiyeyê de bi îhtiyadkarî tevdigere, qebûl kir ku petrola DAIŞ'ê diçe Tirkiyeyê.
Fabîûs got, "Hin qemyon hene ku ji herêmên di bin kontrola DAIŞ'ê bi rê dikevin û li gorî tespîtên me, Tirkiye jî di nav de berê xwe didin hin aliyên cuda. Hikûmeta Tirk ji me re got, 'haya me ji vê nîne'."