Boteke din a koçberan binav bû: 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Boteke lastîk a penaber tê de bûn û ji Ayvacik a Çanakkaleye berê xwe da Yewnanîstanê, nîvê şevê binav bû. Di bûyerê de, cesedên çar zarokan hat dîtin.

Boteke lastîk a penaber tê de bûn û ji Ayvacik a Çanakkaleye berê xwe da Yewnanîstanê, nîvê şevê binav bû. Di bûyerê de, cesedên çar zarokan hat dîtin.

Bota ku ji gundê Sîvrîce yê navçeya Ayvacikê bi rê ket, nîvê şevê binav bû. Ekîbên ewlekariya peravê piştî bûyerê cesedên çar zarokan dîtin û 51 kes jî bi saxî rizgar kirin. Mirovên hatin rizgarkirin anîn Bendera Babakale.

Li Bodrûmê jî cesedên du zarokan hatibûn dîtin.