Serokwezîrê berê yê Fransa: Petrola DAIŞ'ê yekser diçe rafîneriyên Tirkan
Serokwezîrê berê yê Fransa Françoîs Fîllon destnîşan kir ku hema hema tevahî petrola DAIŞ’ê yekser diçe rafîneriyên Tirkan.

Serokwezîrê berê Fîllon bû mêvanê radyoya France Inter, bal kişand ku di analîzkirina krîza Sûriyeyê de tevgerek bi lezgîn pêk tê.
Fîllon wiha axivî: “Rûs ji DAIŞ’ê ti petrolê nakirin, Rûs Kurdan jî bomberdûman nakin. Li pêşberî me Tirkiyeyek ku veguheriye pirsgirêkek mezin heye. Îspatên me hene ku hema hema tevahî petrola DAIŞ’ê yekser digihêje rafîneriyên Tirkan. Bi hevpariyek sûcê ya ku fikarên pir mezin dide avakirin re em rû bi rû ne.”
Wezîrê Karên Derve yên Fransa Laûrent Fabîûs jî got ku têkildarî mijara petrolên DAIŞ’ê diçin Tirkiyeyê gûmanên wan hene.