Li Sêweregê 10 kes hatin binçavkirin

Li navenda navçeyê û taxên Sêweregê, di serdegirtinên malan de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Riha Sêweregê polîs û jendermeyên Tirk avêtin ser gelek malan.

Di serdegirtinên li taxên Ferît Beyazaslan Karageçî, Bîtîk, Karacadag û taxên li derdorê Mehmet Alî Akil, Mehmet Emîn Tazefîdan, Emîn Tazefîdan, Îsmaîl Tazefîdan, Selîm Kizilateş, Ramazan Kizoglû, Abdulkadîr Guneşoglû, Hişman Akin, Star Karakeçîlî û gelek kesên navên wan nehat hînbûn hatin binçavkirin.

Der barê sedema binçavkirinan de agahî nehat bidestxistin. Guman hene ku hejmara binçaviyan zêde bibe.