HDP: Tahîr Elçî di encama polîtîkayên AKP'ê de hat qetilkirin

HDP'ê nerazîbûneke tund nîşanî qetilkirina Tahîr Elçî da û destnîşan kir ku ev yek sûîqesteke plankirî ye. HDP'ê bang li partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl kir, ku dengê xwe bilind bikin û nerazîbûnê nîşan bidin.

HDP'ê nerazîbûneke tund nîşanî qetilkirina Tahîr Elçî da û destnîşan kir ku ev yek sûîqesteke plankirî ye. HDP'ê bang li partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl kir, ku dengê xwe bilind bikin û nerazîbûnê nîşan bidin.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), der barê qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ji aliyê polîsan ve, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, "Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di dema daxuyaniya çapemeniyê de bi rêya sûîqestê hat qetilkirin. Em vê yekê bi tundî şermezar û lenet dikin."

'JI ALIYÊ AKP Û MEDYA AKP'Ê VE HEDEF HAT NÎŞANDAN'

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser van xusûsan:

"Tahîr Elçî, dema qalê dikir, ku Minareya 4 Ling a di sala 1500 de hat çêkirin û ji aliyê Tîmên Tevgera Taybet ve hat texrîbkirin mîrateyeke mirovahiyê ye, hat qetilkirin.

Gelên Amed û Tirkiyeyê, mirovekî aqîl, mirovekî hiqûqê, têkoşerekî edalet, aştî, azadî û wekheviyê, mirovekî gelekî hêja ji dest dan. Bila rehma Xwedê li Tahîr Elçî be û serê malbatê, hemû xizmên wî û gelên me sax be.

Tahîr Elçî kesekî ku ji aliyê desthilatdariya AKP'ê û medya AKP'ê ve hedef hat nîşandan bû û li hemberî wî kampanya lînçê hat meşandin. Hin endamên dadgeriyê yên ku bûne pêlîstoka Qesrê û desthilatdariyê, Elçî kirin binçavan û hewl dan wî bigirin. Bêyî ji aliyê hiqûqî ve li ber xwe bikevin, hewl dan vê bikin. Dijminên mirovahiyê yên nikarîbûn bi nêrîn û têkoşîna Elçî, ew qetil kirin.

'SEDEMA SÛÎQESTÊ POLÎTÎKAYÊN AKP'Ê YE'

Polîtîkayên şer ên Qesrê û hikûmeta AKP'ê, şîdeta dewletê, zimanê êrîşkariyê, qedexeyên derketina derve yên kêfî, li dijî hiqûq û li dijî mirovahiyê ku li ti devera cîhanê mînakên wê nehatine dîtin, êrîş û qetilkirina sivîlan, destekkirina DAIŞ û rêxistinên mîna wê di nava şerê navxweyî yê Sûriyeyê de, sedemên vê sûîqestê ne.

Divê berpirsyarên vê êrîşa namerdî û yên pêwendiya xwe bi berpirsyaran re heye, bi lezgînî werin aşkerakirin."

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi sûîqestek plankirî re di şexsê Elçî de têkoşîna hiqûq û edaletê hedef hatiye girtin û hat gotin, "Bi hezaran Tahîr Elçî yên ku têkoşîna hiqûq û edaletê li cihê Tahîr Elçî hiştiye wê dewam bikin. Hûn mirovên ji bo wekhevî, edalet, demokrasî, aştî û azadiyê têdikoşin bigirin, wan qetil bikin jî, hûn ê nikaribin encamê werbigirin. Planên we yên nexêr, wê ti carî bi ser nekevin."

'EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN'

Di dawiya daxuyaniya HDP'ê de ev bang hat kirin: "Li hemberî vê sûîqestê, em bang li tevahiya hêzên demokrasî û aştiyê, welatiyên xwedî wijdan, rêxistinên pîşesazî, saziyên civakî yên sivîl û partiyên siyasî dikin ku dengê xwe bilind bikin û nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bidin."