Hunermendê Kurd li Romayê hat binçavkirin

Hunermendê Kurd Farqîn (Yilmaz Dunen) ê ji bo tevlî pîrozbahiya salvegera damezrandina PKK’ê bibe hat paytexta Îtalya Romayê hat binçavkirin.

Hunermendê Kurd Farqîn (Yilmaz Dunen) ê ji bo tevlî pîrozbahiya salvegera damezrandina PKK’ê bibe hat paytexta Îtalya Romayê hat binçavkirin.

Farqîn ê ji Amedê li ser vexwendina Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat Romayê. Lê Farqîn hat binçavkirin. Farqîn diyar kir ku polîsan jêre gotine bi sedema ewlekariyê ew binçav kirine. Farqîn ku hê li balafirgehê tê rawestandin, hat diyarkirin ku piştî karûbarên pêwîst wê bê dersînorkirin.