Qetilkirina Elçî li Parîsê hat protestokirin
Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li paytexta Fransa Parîsê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat protestokirin.
Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li paytexta Fransa Parîsê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat protestokirin.
Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li paytexta Fransa Parîsê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat protestokirin. Nûnerên CDK-F û Yekîtiya Hêzên Demokratîk tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Parîsê bûn.
Di daxuyaniya piştî deqeyek rêzgirtinê de hat diyarkirin ku ji ber Elçî got, “PKK ne rêxistineke terorê ye” ji aliyê AKP û medyaya wê ve hedef hatiye girtin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Em ê di pêşengiya şehîdên xwe de têkoşîna xwe ya li hember faşîzmê pêş bixin û têkoşîna xwe heta serketinê bidomînin.”