Nûçeya Lezgîn: Heyeta DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
BI DÎMEN

Rapora otopsiya destpêkê piştrast dike ku Elçî ji aliyê polîs ve hatiye înfazkirin - HAT NÛKIRIN

Endamê Desteya Rêveber a Baroya Amedê Cihan Îpek piştî otopsiya cenazeyê Tahîr Elçî li ber deriyê morgê daxuyanî da.

Endamê Desteya Rêveber a Baroya Amedê Cihan Îpek piştî otopsiya cenazeyê Tahîr Elçî li ber deriyê morgê daxuyanî da. Îpek nirxandina "Li Tirkiye û cihanê mirovekî dihat naskirin bû. Parazvanê mafên mirovan û hiqûqnasetî bi nirx bû" kir û diyar kir ku Elçî ji dûr ve bi guleyeke hate qetilkirin.

Endamê Desteya Rêveber a Baroya Amedê Cihan Îpek, piştî ku otopsiya cenazeyê Serokê BAroya Amedê Tahîr Elçî yê li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî hate kirin daxuyanî da. Îpek wiha got: "Birêz Tahîr Elçî îro serê sibehê ji bo ku balê bikişîne li ser Mînareya Çar Ling a ku di bûyera berê de hate texrîbkirin piştî daxuyaniyê çi heyf e bi çekê hate birîndarkirin, hate qetilkirin. TApîr Elçî hiqûqnasekî bi nirx û parazvanê mafên mirovan bû û serokê Baroya Amedê ku hezar û 100 endamên wî hene bû. Li Tirkiye û cihanê dihat naskirin. Çi heyf e ku ez bi xemgînî mecbur im vê bibêjim. Em ji otopsiyê derketin. Di karên otopsiyê de Serdozgerê Komarê ya Amedê Serokê Odeya Tabîban a Amedê, endamên Rêveberiya baroya Amedê em amade bûn. Dîsa Serokê Daîreya Saziya Tiba Edlî ya Amedê jî di otopsiyê de bû.

Di encama lêkolînê de bi birîndarkirina çekê ya ji dur ve hatiye birîndarkirin û hatiye qetilkirin. Em xemgîn in, ez dixwazim vê bibêjim, cenazeyê wî dê sibehê li Goristana Yenîkoyê em ê defin bikin. Der barê merasîm û sersaxiyê de em ê piştre agahî bidin. Bila serê hemû gelê me sax be. Em ji bo malbetê sersaxiyê dixwazin. Em êrîşa li dijî hemû hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan e. Em bi tundî şermezar dikin.

Encama otopsiyê pir zelal e. Ji dur ve gule hatiye berdan."

BIRYARA VEŞARÎBÛNÊ HATE DANÎN

Îpek piştre pirsên rojnamgeran bersivand. Îpek li ser pirsa hedef hatiye nîşanda û gule hatiye berdan diyar kir ku li ser dosyayê biryara veşarîbûnê hatiye danîn û wiha got: "Lêpirsîn veşarî berdewam dike. Lêpirsîn veşarî ye. Lêkolînkirina cihê bûyerê, serdozger û du rêveberên me çûn cihê bûyerê. Lê me hêj agahî engirtiye. Lêpirsîn bi her awayî berdewam dike."

Li ser pirsa li Sûrê qedexe hatiye îlankirin jî Îpek got ku ew biryarê rast nabînin û der barê çeka li cem Tahîr Elçî de jî agahiya wan tuneye.

DOZGER NEXWEST BELGEYA BI ÎMZE BIDE

Li aliyê din hate hinbûn ku di encama pêşotopsiyê de dozger nexwestiye belgeya bi îmze bide lê li ser îtiraza parêzeran û serdozger ketiye navberê û belgeya bi îmze ya fermî dane parêzeran.