HDP'ê xwest bazirganiya petrolê ya navbera Tirkiye û DAIŞ'ê bê lêkolînkirin
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê û Parlamenterê HDP'ê Îdrîs Balûken xwest, li ser bazirganiya petrolê ya navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de Meclîs lêkolînê bide destpêkirin.
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê û Parlamenterê HDP'ê Îdrîs Balûken xwest, li ser bazirganiya petrolê ya navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de Meclîs lêkolînê bide destpêkirin.
HDP'ê mijara bazirganiya petrolê ya di navbera Tirkiye-DAIŞ'ê de xist rojeva Meclîsê.
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê û Parlamenterê HDP'ê Îdrîs Balûken xwest, li ser bazirganiya petrolê ya navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de Meclîs lêkolînê bide destpêkirin.
Balûken di pêşniyarnameya ji bo lêkolînkirinê de ragihand ku îdîayên li ser bazirganiya petrolê ya di navbera Tirkiye-DAIŞ'ê de, roj bi roj bêhtir dikeve rojeva raya giştî û got, "Di pêvajoya hêzên navneteweyî ya ji bo çikandina çavkaniyên fînansî yên DAIŞ'ê de, her rêya derdikeve holê nîşan dide ku bazirganiya petrolê ya DAIŞ'ê di ser Tirkiyeyê re tê kirin. Di heman demê de, çûyîna endamên DAIŞ'ê di ser Tirkiyeyê re û bicihneanîna pîvanên angajmayê li hemberî DAIŞ'ê, van gumanên li ser Tirkiyeyê zêdetir dikin. Serokkomar di daxuyaniyên xwe yên dawî de dibêje ku ew ê nehêlin Hêzên Sûriyeya Demokratîk derbasî Rojavayê Firatê bibe. Dema ev daxuyaniyên Serokkomar bi rewşa rojavayê Firatê ku di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de ye bê nirxandin, îdîa, tespît û gumanên li hemberî AKP'ê xurttir dikin."
Balûken bibîr xist ku di 18.09.2014'an de Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry dabû xuyakirin ku DAIŞ petrolê di ser sînorên Lubnan û Tirkiyeye re derbas dike û difiroşe û anî ziman ku herî dawî Serokdewletê Rûsyayê Vladîmî Pûtîn ragihand ku terorîstên li Sûriyeyê petrola ji herêma dagir kirine derdixînin, difiroşin Tirkiyeyê.
Balûken da xuyakirin ku bazirganiyeke bi vî rengî ya navbera Tirkiye-DAIŞ'ê de wê ji bo welêt û gelên li welêt rewşeke tirsnak derxîne holê û xwest, ji bo lêkolînkirina van îdîayan Meclîs bikeve nava tevgerê.