Nûçeya Lezgîn: Heyeta DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket

Di nava malzemeyên dewletê li Nisêbînê li dû xwe hişt de nasnameyeke balkêş!

Li Nisêbînê, di nava malzemeyên ku hêzên dewletê li dû xwe hiştin de, nasnameya kesekî ji Sûriyeyê hat dîtin.

Li Nisêbînê, di nava malzemeyên ku hêzên dewletê li dû xwe hiştin de, nasnameya kesekî ji Sûriyeyê hat dîtin. Ev nasname, weke yek ji delîlên ku îspat dike; dewleta Tirk li bajarên derketina derve lê qedexe dike, tevî çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gel dike.

Li Nisêbînê, di nava 14 rojên qedexeya derketina derve de, Lîseya Ataturk a li Taxa Devrîmê weke baregeha êrîşên li dijî gel hat bikaranîn. Piştî ku qedexeya derketina derve hat rakirin, hêzên dewletê xwe ji vê derê vekişandin. Lê belê hin malzeme li dû wan man. Di nava van malzemeyên hêzên dewletê de nasnameya şexsekî Sûriyeyî balê dikişîne. Ev nasname, daxuyaniyên gelê herêmê yên digotin, 'Tevî hêzên dewletê çeteyên DAIŞ'ê jî êrîşî me dikin' piştrast dike. Her wiha der barê Tîma Esedûllah a êrîşî gel dike de, weke delîleke şênber tê dîtin. Xwediyê vê nasnameyê kesê bi navê Mahmûd Xelef ê ji Sûriyeyê ye. Navê bavê wî jî Ahmed e.

GELO TÎMA ESEDÛLLAH KOMA DAIŞ'Ê YE?

Tîma Esedûllah, ku di êrîşên li Farqîn, Bismil û Sûrê yên Amedê de, piştî qedexeya derketina derve nivîs li ser dîwaran nivîsandin û bi vî rengî navê xwe da bihîstin, hatibû îdîakirin ku komeke DAIŞ'ê ye di nava hêzên dewleta Tirk de cih digire. Ev şexsên ku bi rê û rêbazên xwe re dişibin çeteyên DAIŞ'ê, her wiha bi îmaj û kincên li xwe dikin re weke endamên DAIŞ'ê ne, hat îdîakirin herî dawî di êrîşên li Cizîr û Farqînê de jî amade bûn û bi hev re bi Erebî diaxivîn. Personelên Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê ku nexwestin navê xwe aşkera bikin anîbûn ziman ku di nava hêzên dewletê yên ku birîndar radikirin nexweşxaneyê de hin şexsên bi hev re Erebî diaxivîn û dişibiyan çeteyên DAIŞ'ê hebûn. Li Cizîrê jî di êrîşên hêzên dewletê yên dema qedexeya derketina derve de hatibû dîtin ku hin kesên di nava hêzên dewletê de bi Erebî bang dikirin û bi hev re bi Erebî diaxivîn.

Tîma Esedûllah bi nivîsên xwe yên li ser dîwarên li Bismil, Sûr û Farqînê re, nivîsên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser dîwarên navenda bajarê Kobanê anîbûn bîra mirovan.

NASNAME YEK JI DELÎLÊN ŞÊNBER IN

Li Nisêbînê, piştî qedexeya derketina derve û êrîşên 15 rojan Nisêbîniyan îdîa kiribûn ku di nava yên êrîşî wan dikin de, çeteyên DAIŞ'ê hene. Dîtina nasnameya vî şexsê Sûriyeyî Mahmûd Xelef li baregeheke hêzên  dewletê, yek ji delîlên şênber ên piştrastkirina vê îdîayê tê dîtin.

...