ÎHD: Bi qetilkirina Tahîr Elçî re gef li her kesên li mafê xwe digerin xwarin!

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ji aliyê polîsên Tirk ve, ji ANF'ê re nirxand.

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan destnîşa kir, ku qetilkirina Tahîr Elçî di heman demê de tê wateya 'gefeke mezin e'.

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ji aliyê polîsên Tirk ve, ji ANF'ê re nirxand.

Turkdogan, "Em hemû gelekî xemgîn in. Me hevalê xwe, hevrêyê xwe ji dest da."

Turkdogan wiha dewam kir: "Tahîr Elçî hiqûqnasekî ku ji bo aştiyê têdikoşiya bû. Li hemberî sûcên JÎTEM, kontr-gerîla û rêxistinbûyînên din ên çete yên li nava dewletê, bi salan lêkolîn kir û ji bo darizandina sûcdaran doz vekir. Mirovekî ji aliyê çeteyên li nava dewletê ve gelekî baş dihat naskirin. Herî dawî, dema nêrîna xwe parve kir, ji ber ku got, 'PKK ne rêxistineke terorê ye', hewl hat dayîn wî lînç bikin. Mixabin ev pêvajo bi êrîşeke çekdarî bi encam bû."

BERHEMA AKP'Ê YE

Turkdogan, qetilkirina Elçî weke encamek ji rewşa şîdetê ya ji aliyê AKP'ê ve hat afirandin nirxand û got, "Yên welêt bi rê ve dibin, mîna ku mejiyê xwe winda kirine dibêjin, wê şîdet bidome. JÎTEM çû, lê Tîma Esedûllah çawa hat? Ev rêxistinbûyîna çete, li cihên derketina derve lê tê qedexekirin, mirovan dikuje û her kes bêdeng e. Cîhan çima bêdeng e?"

Turkdogan diyar kir ku dema Elçî hat qetilkirin ew li Stenbolê di civîneek li ser şer û pêvajoya çareseriyê ya li Başûrê Afrîkayê bû û got, "Tahîr Elçî jî hatibû vexwendin. Dema em li ser van bûyeran diaxivîn, heman tişt bi ser hevalekî me yê din hat. Divê weke sûîqesta li hemberî Serokê Baroyê bê nirxandin."

'GEFA MEZIN'

Turkdogan da xuyakirin, ku bi qetilkirina Elçî re peyama 'çavtirsandin' û 'gefê' hatiye dayîn û got, "Yên ku maseya muzakereyê qelibandin û welat anîn rewşa karesatê, bila careke din bifirin". Turkdogan hişyarî da AKP'ê.

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan got, "Bûyereke bi vî rengî ya hat serê hevalekî me yê bi salane li hemberî kuştinên kiryar nediyar têdikoşe, gefeke mezin e. Gefek li hemberî parêzera, li hemberî lêgerînên mafan e. Lê belê yên ku ev kirin divê baş zanibin ku parêzvanên mafan ti carî serî netewandin û her tim têkoşiyan. Her tim ên xwestin bitirsînin, winda kirin."