Medya cîhanê cihekî berfireh da qetilkirina Elçî
Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP), Reusters a Îngilîz, Associated Press a Amerîkayê, qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî weke nûçeya lezgîn gihand aboneyên xwe.
Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP), Reusters a Îngilîz, Associated Press a Amerîkayê, qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî weke nûçeya lezgîn gihand aboneyên xwe.
Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP), Reusters a Îngilîz, Associated Press a Amerîkayê, qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî weke nûçeya lezgîn gihand aboneyên xwe.
REUSTER: JI BER KU GOT 'PKK NE RÊXISTINEKE TERORÊ YE' RASTÎ HÊRSA DEWLETÊ HAT
Ajansa Nûçeyan Reustersê ragihand, ku tetîkkêşekî nasname nediyar, kesayetekî aktîf ê têkoşîna Kurd parêzer Elçî qetil kir.
Reutersê diyar kir, ku li gorî vegotinên şahidên bûyerê, gule li serê Elçî ketiye û destnîşan kir, ku Elçî ji ber ku got 'PKK ne rêxistineke terorê ye' rastî hêrsa dewletê hatiye. Reutersê bibîr xist ku piştî êrîşê li navçeya Sûrê derketina derve hatiye qedexekirin.
BBC: GEF LI ELÇÎ DIHAT XWARIN
Saziya weşanê ya Îngilîz BBC diyar kir ku parêzvanê mafên mirovan Tahîr Elçî li Amedê di dema civîneke çapemeniyê de hat qetilkirin.
BBC ragihand ku Elçî beriya niha hatibû binçavkirin û ji ber ku gotibû PKK ne rêxistineke terorê ye, rastî gefan hatiye.
BBC bibîr xist ku Elçî berî were kuştin got, "Em li vê derê çek, şer û operasyonan naxwazin."
SEFÎRÊ AMERÎKÎ: ŞOQ BÛM
Sefîrê Amerîkayê yê li Enqereyê ji Reutersê re axivî û ji bo Elçî got, "Parêzvanekî wêrek ê mafê mirovan bû." Sefîr diyar kir ku ji ber ê mirina trajîk ew şoq bûye.
LE MONDE YA FRANSAYÊ: DIXWEST BALÊ BIKIŞÎNE SER BERHEMÊN DÎROKÎ YÊN ZERAR DÎTIN
Rojnameya Le Monde ya Fransayê jî da xuyakirin, ku milîtanê aktîf ê têkoşîna Kurd Tahîr Elçî bi guleya li serî ketî, hat kuştin.
Le Monde ragihand ku Elçî dema li navçeya Sûrê ya dîrokî ya zerareke mezin dît daxuyanî da çapemeniyê rastî êrîşê hat û cih da hin gotinên Elçî yên beriya niha di hevpeyvîneke bi wan re anîbû ser ziman.
Elçî di hevpeyvîna xwe ya 18'e Cotmehê ya bi Le Monde re gotibû, "Teqandina guleyê, ji pêkanîna aştiyê hêsantir e." Rojnameya Le Monde da zanîn ku Elçî beriya hefteyekê gotibû "PKK ne rexistineke terorîst e" û li hemberî wî, bi daxwaza ragirtina 7 salan doz hatibû vekirin.
Rojnameyê da zanîn Elçî di sibeha Şemiyê de ji bo balê bikişîne ser rewşa berhemên dîrokî yên ji şer zerar dîtine daxuyanî dida û got, "Li nava kolanê bû, li ber minareya 200 salî disekinî. Fîşeka kujer li vê derê lê ket."
KOVARA LE POINT: PARÊZERÊ KURD Ê NAVDAR HAT KUŞTIN
Kovara Le Point a Fransayê jî got, "Parêzerê Kurd ê navdar bi fîşekê hat kuştin."
Le Point bibîr xist ku kuştina Elçî di dema ji nû ve destpêkirina şer de pêk hat.