'Qetilkirina Tahîr Elçî bi plan e'
Parêzer Ercan Kanar qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî wek êrîşek bi plan nirxand, destnîşan kir ku hedefgirtina serokê baroyê yê herî mezin ê herêmê têkildarî polîtîkayên şerê hundir ê AKP’ê ne.

Parêzer Ercan Kanar qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî wek êrîşek bi plan nirxand û wiha got: “Ev komkujiyek nemerdî ye. Êrîşeke hovane ya dewletê ye ku pêwîst e di çarçoveya sûcên li hember mirovatiyê bê nirxandin.” Kanar bi bîr xist ku berî niha mehekê ji ber ku Elçî got, “PKK, ne rêxistinek terorî ye” der heqê wî de lêpirsîn dan destpêkirin, wiha axivî: “Ev sûîqesta nemerd pêwîst e wek parçeyek ji sûcên li hember mirovatiyê yên li Cizîr, Nisêbîn û Farqînê bê nirxandin.”
Kanar têkildarî qetilkirina Elçî, daxuyaniya Serokkomar Erdogan a, “Ev bûyer nîşan dide ku bê ka biryarbûna me ya di têkoşîna terorê de çiqasî rast e” nirxand û wiha got: “Berpirsiyariya herî mezin a wî bi xwe ye. Ji ber ku bi xwe tehrîk dike, ber bi şerekî hundir ve dibe. Ji ber nebû serok, ji bo tola xwe hilîne Tirkiye xist nav atmosferek şer, balafir xist, Can Dundar wan hatin girtin, pêkanînên li Farqîn, Nisêbîn û Cizîrê xist meriyetê. Niha ji bo desthilatî ser sûcê xwe bigire, ji berpirsiyartiyê bireve jî wê gelek daxuyaniyên demagojîk bidin.”
Serokê Baroya Stenbolê Umît Kocasakal jî qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî wiha nirxand: “Min hê jî şoka bûyerê ji ser xwe navêtiye. Pir xemgîn im. Tahîr kesekî ku min berê jî nas dikir. Her çiqasî ji milê siyasî em cuda difikirîn jî wek mirovî min pir jê hez dikir. Tiştekî mirov naxwaze bawer bike pêk hatiye.”