Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Gerîla TV dîmenê çalakiya 8'ê Îlonê ya li Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê weşand ku di encamê de 4 leşker miribûn.

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê Serhat Varto bûyerên siyasî yên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê nirxand.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir ku li Efrînê di 3 çalakiyan de 6 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Barzanê di çalakiyên gerîla de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin. Li Derya Reş jî şer qewimî.

Dadgeha Şêwirmendiyê ya Hollandayê, serlêdana penaberiyê ya leşkerekî payebilind ê Tirk bi sedema ku di salên 1990'î de li herêmên Kurdistanê 'li dijî mirovahiyê sûc kiriye' red kir.

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Nîmettûllah Erdogmûş bal kişand ser taybetmendiya nifûsa Rihayê û got, amadekarî tê kirin ku bi taybetî li navçeyên mîna Serêkaniyê şerê navbera Kurd û Ereban bê derxistin.

QSD’ê bîlançoya 24 saetan a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina Dêra Zorê û gundewarên wê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir.

Li Minbicê wesayîtek teqiya. Hate ragihandin ku di teqînê de birîndar hene.

Muktedar El Sadr ku li Iraqê ji bo hikûmetê ava bike bi Koalîsyona Fetîhê re li hev kirî got, ''Li ser namzetên teknoktrat û serbixwe me li hev kir. Heke ev çênabe em ê di nav muxalefetê de cih bigirin''.