Li herêma Barzanê çalakî, li Derya Reş şer

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Barzanê di çalakiyên gerîla de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin. Li Derya Reş jî şer qewimî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê û şerê li Derya Reş daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

ÇALAKIYÊN LI HERÊMA BARZANÊ

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 13'ê Îlonê saet 02:30'î li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkerên li ser Tepê Xwedê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

Heman rojê saet 07:15'an di çarçoveya pêngava şoreşgerî de hêzên me careke din li leşkerên li ser Tepê Xwedê xistin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

LI DERYA REŞ DI ŞER DE GERÎLAYEK ŞEHÎD BÛ

Artêşa TC a dagirker 12'ê Îlonê li bejahiya navçeya Yaglidere ya Gîresûnê dest bi operasyonê kir. Hêzên me heman rojê saet 13:30'î li dijî leşkerên derketin operasyonê çalakiyek pêk anîn. Ji nêz ve derb li yekîneya dijmin hate xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin. Hevalê me Çiyager heta fîşeka xwe ya dawî li dijî dijmin bi rengekî lehengî şer kir û şehîd bû. Operasyona li herêmê dewam dike.

Nasnameya hevalê me yê şehîd bûye:

Nasnav: Çiyager Pîran
Nav û Paşnav: Serdar Bekmez
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Havva-Ramazan
Dem û Cihê Şehadetê: 12'ê Îlona 2018 / Gîresûn

Roja 13'ê Îlonê saet 10:50'î balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Çemço ya herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin."