Piştî hilbijartina Iraqê ji bo hikûmeta nû were avakirin Koalîsyona Sarîûd a bi pêşengiya Lîderê Şiî Mukteda El Sadr ku bûbû partiya yekem û Koalîasyona Fetîhê ku damezirînerê Heşdî Şebî Hadî Amîr jî di nav de ye, li hev rûniştibûn. Hevdîtinek ji van bi lîderê Koalîsyona Fetîhê re li mala Sadr a Necefê hate kirin. Jêderên nêzî Sadr diyar kirin du lîderan li hev kirine ku zû hikûmetê ava bikin.
'NAMZETÊN TEKNOKRAT Û SERBIXWE'
Sadr li ser hesabê medyaya sosyal got li ser Serokwezîrtiyê li hev kirine, ji bo serokwezîrtiyê li ser namzetên 'teknoktrat û serbixwe' li hev kirine, heke ev nebe wê di nav muxaletê de cih bigirin.
Sadr got, ''Bi mezinên Iraqê re û bi biryareke bi temamî resenî Iraqê ji bo serokwezîrtiyê li ser çend namzetên serbixwe û teknokrat me li hev kir. Ev serokwezîr wê kabîneya xwe ji cihêtiyên partî, etnîk û mezheban cuda, ji kesên xwedî tecrûbe, gendelî nekirin û şareza hilbijêre.''
Sadr got hin siyasetmedar fikra 'teknokrat' û 'serbixwe' qebûl nakin, ev dixwazin dîsa Iraqê bixin çirava gendeliyê û heke wiha bidome wê berê xwe bide nav muxalefetê.
Piştî vê daxuyaniya Sadr tê gotin koalîasyona Fetîh û Sarîûn ne wek hev difikrin, şartên Sadr ên li ser serokwezîrtiyê nehatiye qebûlkirin û ji bo vê jî rê û rêbaza avakirina hikûmetê bi cih nehatiye.
'ABADÎ VEDIKIŞE'
Her wiha Serokwezîr Haydar Abadî bi daxuyaniyên çapemeniyê peyam da ku ew ji serokwezîrtiyê vedikişe.