Li Iraqê du hêz şerê hev dikin, Kurd wê li ku derê cih bigirin?

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê Serhat Varto bûyerên siyasî yên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê nirxand.

Varto işaret bi şerê li Iraqê û Sûriyeyê kir û got, şerê li her du welatan şerekî navneteweyî ye û çavkaniya vî şerî jî pirsgirêkên navxweyî ne.

Varto diyar kir ku dînamîkên herêmî û pirsgirêkên navxweyî dibin wesîleya vî şerî û got, "Ya rast şerekî hegemonîk tê kirin. Îran dixwaza hegemonya xwe li Iraqê, li gelemperiya herêmê biafirîne. Amerîka jî dixwaze li Iraqê û tevahiya Rojhilata Navîn hegemonya xwe biafirîne. Dixwaze herêmê bi vî rengî dîzayn bike. Rûsya li pişt Îranê disekine û li ser vê bingehê dixwaze dîzaynekê pêk bîne. Tirkiye jî di nava hewldaneke wiha de ye. Dixwaze hem li Sûriyeyê hem jî li Iraqê bi bandor be. Lewma dema mirov bala xwe bidin ser, wê were dîtin ku têkiliya hemû hêzên hegemonîk ên navneteweyî bi hêzên herêmî re heye. Yanî ti hêzeke herêmî bêyî van hêzan biryarê nadin. Ne zîhniyeteke xwe ya bi vî rengî heye, ne jî rêxistiniyeke xwe ya serbixwe. Ji ber vêy ekê hêzên herêmî nikarin van pirsgirêkan çareser bikin."

Li ser rewşa Iraqê Varto got, "Hêzên herêmî û navneteweyî dema hewl didin bandora xwe ya li Iraqê zêde bikin, dibînin ku li hemberî wan jî hewldaneke bi heman rengî heye. Wê wextê jî krîz û şer derdikeve. Lê dema ku hêzên herêmî û navneteweyî giraniya xwe didin ser devereke din, wê wextê li Iraqê bêdengî rû dide. Bêdengî nayê wateya çareseriya pirsgirêkan. Bêdengî tenê ji bo wextekê ye. Şer carna digihêje asteke welê ku rê li ber krîzê vedike û çareserî pêk nayê. Piştre jî ji bo wextekê li hev dikin. Niha jî li Iraqê şerê hegemonîk heye. Lewma ne hikumet dikare ava bibe, ne jî pirsgirêk çareser dibin."

'GELÊ IRAQÊ Û KURD DIVÊ JI BO EWLEKARIYA XWE TÊBIKOŞIN'

Di nava vî şer û kaosê de Varto işaret bi rewşa Kurdan kir û bi bîr xist ku ji sala 1991'ê û vir ve li Başûrê Kurdistanê firsendeke mezin ketiye destê Kurdan.

Varto got, lê mixabin ev firsend baş nehat bikaranîn û wiha pê daket: "Yanî siyaseta Başûrê Kurdistanê ev firsend baş bi kar neanî. Piştî sala 91'ê hem desteka navneteweyî hebû hem jî Başûrê Kurdistanê li gorî herêmên din ên Iraqê hê aram bû. Yanî Başûrê Kurdistanê li nava tevahiya Iraqê dikarîbû bibûya modeleke demokratîk, azad û wekhev. Lê belê zîhniyeta neteweperest û mezhebî ya li Başûrê Kurdistanê pêşî li vê siyasetê girt. Lewma rê li ber yekîtiya gelê Iraqê û gelê Başûrê Kurdistanê venebû. Sala 2004'an ev firsend gelekî zêde bû. Salên 2003-2004'an dema rejîma Baasê hate hilweşandin, hêza herî rêxistinbûyî ya li Iraqê Kurd bûn. Her kes pê zane ku Kurd wê wextê li Bexdayê jî gelekî bi bandor bûn. Lê belê ev yek baş nehat bikaranîn. Yanî bi zîhniyeta neteweperest-mezhebperest re bi hêzên din ên Iraqê re her tim kete nava nakokiyan. Li şûna ku li Iraqê bi bandor bin, pirsgirêka Kurd çareser bikin û pirsgirêkên din ên Iraqê çareser bikin, bi Tirkiyeyê re têkilî danîn. Vê yekê jî li Iraqê rê li ber nerazîbûnê vekir."

'BI LÎSTIKÊN BIÇÛK ENCAMÊN MEZIN BI DEST NAKEVIN'

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê Serhat Varto da xuyakirin ku herî dawî serdema êrîşên DAÎŞ'ê dest pê kir, lê hêzên Başûrê Kurdistanê siyaseteke baş û têrker wê wextê jî nemeşandin.

Varto got, "Di dawiyê de referandûm hate kirin. Referandûm jî siyaseteke rast nebû. Yanî di nava şer û kaosa Rojhilata Navîn de ku em weke 'Şerê Sêyemîn ê Cîhanê' bi nav dikin, kes nikare bi lîstik û hesabên biçûk encamên mezin bi dest bixin."

Varto li ser hesabê ku di dema referandûmê de hate kirin jî ev tespît kir: "Gotin ku 'Li Rojhilata Navîn krîz heye, li Iraqê krîzeke mezin heye, eger em di nava vê krîzê de dewleteke serbixwe ava bikin, wê ev bibe destketiyeke mezin û derfetên vê hene'. Halbûkî yên ku zanin bê pirsgirêka Kurd çiqasî kûr e, dizanin ku pirsgirêka Kurd ji pirsgirêkên li Rojhilata Navîn cihê nikare bê nirxandin. Lê belê hikumeta Başûrê Kurdistanê ev rastî nedît û referandûm pêk anî. Piştî referandûmê her kesî li pêvajoyê temaşe kir. Tirkiye, Îran, Iraq û hêzên navneteweyî destûra bicihanîna vê referandûmê nedan. Kurdan gelek destketiyên ku piştî êrîşa DAÎŞ'ê bi dest xistin ji dest dan. Lewma pozîsyona niha ya Kurdan ji ya berê qelstir e. Ji ber ku gelek derfet ji dest dan. Mesela deriyên sînor berê di destê Kurdan de bûn. Petrola Kerkûkê hem di destê Kurdan de bû, hem jî erdnîgariyeke berfireh di kontrola Kurdan de bû. Têkiliyên li qada navneteweyî jî di asteke bilind de bûn. Ev hemû wê wextê ji dest çûn. Ji ber vê yekê di karê jinûve dîzaynkirina Iraqê de ne hêzên navneteweyî zêde defretê didin Kurdan, ne jî hikumeta navendî ya Iraqê hevdîtinên stratejîk bi Kurdan re dike. Em bala xwe bidin ser; niha hikumet ava nabe. Her du aliyên Şîa bi Kurdanr e lihevkirin an jî peymaneke stratejîk nakin. Di mijara çareserkirina pirsgirêka Kurd de, di çareserkirina pirsgirêkên Kerkûk, Şengal, Xaneqînê de bi Kurdan re diyalogê danînin. Tenê dixwazin Kurd li cem wan cih bigirin. Bêyî ku tiştekî bidin Kurdan ji Kurdan vê dixwazin. Ev jî nîşan dide ku pozîsyona niha ya Kurdan qels e.

'DIVÊ KURD SÎSTEMEKE ALTERNATÎF A SÊYEMÎN BIAFIRÎNIN'

Endamê Komîteya Karên Derve ya KCK'ê Serhat Varto bal kişande ser girîniya vê serdema bedest, got, divê Kurd bihistyartir tevbigerin. Varto got divê Kurd zanibin ev pêvajo ne tenê pêvajoya avakirina hikûmetê ye û domand: ''Li vir di navbeyna du hêzan de şerekî mezin heye. Kurd li vir wê siyaseteke çawa bikin, li kûderê cih bigirin, ev girîng e. Heke ev baş were nirxandin dîsa fersendek dikeve dest Kurdan. Em tim dibêjin, tim tiştinan li ser Kurdan ferz dikin. Dibêjin, tu jî kîjan eniyê yî. Tu ji vê eniyê yî yan ji ya dî? Divê ti caran em xwe mehkûmî wê nekin ku di navbeyna du hêzan de bimînin. Her demê alternatîfên Kurdan hene. Ev jî ew e ku pirsa Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe, Iraq demokratîk bibe û tiştên ku heta niha hatine jiyîn dubare nebe. Divê xeteke wiha were şopandin. Ji bo vê jî Kurdan dikarin pergaleke alternatîf a sêyemîn ava bikin.''