YPG'ê li navenda Efrînê li dagirkeran xist: 6 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir ku li Efrînê di 3 çalakiyan de 6 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser çalakiyên 13'ê Îlonê yên li navenda Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku roja Pêncşemê li navenda Efrînê 3 çalakiyên cuda hatine lidarxistin.

Li gorî daxuyaniyê, li cihekî navbera taxên Tirindê û el-Meqlayê li dijî artêş û çeteyên Tirk ên dagirker çalakî hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 çeteyên Ehrar El Şam (navê yekî Mûstafa Mûhammed Alî ye) hatin kuştin, 3 leşkerên Tirk û çeteyek jî birîndar bûn.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, tîmeke YPG'ê li taxa Tirindê li dijî yekîneyên qaşo 'Polîsê Leşkerî' çalakiyeke din pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de 2 çete mirin, 4 çete jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, yekîneyên wan heman rojê li navenda Efrînê çalakiyeke din li dijî çeteyên dagirker kirine û di encamê de 2 çeteyên bi navê Abdulrahman el Kurdî û Fehd el Dervîş mirine.