Erdogmûş: Li Rihayê rewşeke metirsîdar heye

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Nîmettûllah Erdogmûş bal kişand ser taybetmendiya nifûsa Rihayê û got, amadekarî tê kirin ku bi taybetî li navçeyên mîna Serêkaniyê şerê navbera Kurd û Ereban bê derxistin.

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Nîmettûllah Erdogmûş li ser polîtîkaya hikumeta AKP'ê ya li Rihayê ji ANF'ê re axivî.

Erdogmûş got, bûyerên li Rihayê diqewimin cihê xemgîniyê ne û wiha pê daket: "Bi rengekî vekirî dibêjim; dewlet amadekariyên welê dike ku dikare civakê li ber hev rake. Pirsûs û Serêkaniyê du navçeyên Rihayê ne ku bi vê armancê hatine hilbijartin. Dema ku mirov diçin Pirsûsê, mirov bê bawerî û metirsiyê dibînin ku dikare gelê li navçeyê li ber hev rake. Ev yek bi awayekî vekirî têkirin."

Erdogmûş işaret bi polîtîkaya taybet a li Serêkaniyê jî kir û got, amadekariyeke welê tê kirin ku Kurd û Ereb dikarin şerê hev bikin. Erdogmûş got, "Ji rêveberiyên herêmî heta îdareya mulkî rêveberiyeke gelekî cuda li Serêkaniyê heye. Mîna ku mirov li aliyê din ê sînor bin. Şêniyên li navçeyê weke du komên cuda yên li Sûriyeyê bi çavê dijminatiyê li hev dinerin. Û ev dijminatî roj bi roj mezin dibe... Hem li Pirsûsê hem jî li Serêkaniyê û navenda Rihayê mirov ji hev ne bawer in. Li herêmê potansiyeleke metirsîdar heye."

'HECÎ ESVED Û DU KURÊN WÎ BI XWÎNXWARÎ HATIN KUŞTIN'

Erdogmûş destnîşan kir ku Hecî Esved Şenyaşar û du kurên wî li Pirsûsê bi xwînxwarî hatin kuştin û got, "Bi raporên tipa edlî eşkere bû ku Esved Şenyaşar û du kurên wî bi xwînxwarî hatine kuştin, lê belê kes ji kiryaran nehatin girtin. Du kurên wî yên birîndar radikin nexweşxaneyê û bav jî ji bo li rewşa zarokên xwe bipirse diçe nexweşxaneyê. Ti eleqeya bav bi bûyerê re nîne. Li gorî hemû dane û delîlan bav û her du bira li nexweşxaneyê hatine înfazkirn, lê belê der barê bûyerê de hewldaneke hiqûqî nehatiye destpêkirin. Ferdekî din ê heman malbatê girtî ye."

'DIXWAZIN ŞERÊ KURD Û EREBAN DERXÎNIN'

Erdogmûş işaret bi aloziya li aliyê din ê sînor kir û got, "Weke ku amadekarî tên kirin ku aloziya li aliyê din ê sînor bînin vî alî. Yek ji sê parên nifûsa Rihayê Ereb e. Riha erdnîgariyeke bi mînak e ku Kurd û Ereb bi hev re bi rengekî biratî lê dijîn. Kurd, Ereb, Tirkmen, pêkhateyên bi hezaran salî yên Rihayê ne. Tevî vê yekê, zêdeyî 500 hezar mirov ji Sûriyeyê hatine Rihayê. Me di hilbijartinê de 10 hezar ji wan tespît kirin. Me dît ku mafê welatîbûnê ji 10 hezarî re hatiye dayin û ji bo dengdanê hatine bikaranîn. Di navbera Kurd û Erebên li bajêr de niha bê bawerî heye. Eger li nava civakekê, li bajarekî tovên bê baweriyê werin çandin, êdî gelekî zehmet e ku bawerî li wir bê bicihkirin. Bê bawerî jî dikare rê li ber kaoseke mezintir veke. Em ji vê rewşê bi tirs û fikar in."

'DIXWAZIN RIHAYÊ BIKIN BAJARÊ KAOS Û TEVLÎHEVIYÊ'

Di dewama axaftina xwe de Erdogmûş got, "Hem li Pirsûsê hem jî li Serêkaniyê bi awayekî vekirî çekê didin destê mirovan. Gelek amadekarî tên kirin ku em pê nizanin."

Parlamenter Erdogmûş destnîşan kir ku bê baweriya li Rihayê tê afirandin, dibe sedem ku nasnameya biratiya gelan a bajêr ji holê bê rakirin û ev jî di dema pêş de dikare rê li ber kaos û tevlîheviyeke mezin veke.