Hollanda sûcdarên mirovahiyê yên li Kurdistanê nagire nava xwe

Dadgeha Şêwirmendiyê ya Hollandayê, serlêdana penaberiyê ya leşkerekî payebilind ê Tirk bi sedema ku di salên 1990'î de li herêmên Kurdistanê 'li dijî mirovahiyê sûc kiriye' red kir.

Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê bi hezaran kes ji Tirkiyeyê reviyan û xwe li welatên Ewropayê girtin. Reva ji Tirkiyeyê dewam dike. Di nava kesên ku daxwaza penaberiyê li Ewropayê kirine gelek leşker û polîs jî hene.

Endamekî Hêzên Bejahî yên Tirk di dema serlêdana penaberiyê de ji Wezareta Welatîbûn û Koçberiyê ya Hollandayê er qalê kir ku di salên 1994 û 1995'an de li herêmên Kurdan wezîfe kiriye.

Wezareta Koçberiyê ragihand ku artêş û hêzên ewlekariyê yên Tirk bi taybetî di salên 1994 û 1995'an de li herêmên Kurdan "sûcên li dijî mirovahiyê" kirine û bi vê hincetê daxwaza penaberiyê ya wî leşkerî red kir.

Piştî vê biryarê, parêzerê leşker biryar bir ber destê Dadgeha Herêmê ya Amsterdamê. Dadgehê jî diyar kir ku tenê hêzên taybet ji sûcên li dijî mirovahiyê berpirsyar in û biryara redkirina serlêdanê qebûl nekir.

WEZARETA KOÇBERIYÊ: LI DIJÎ MIROHAHIYÊ SÛC HATIYE KIRIN

Wezareta Welatîbûn û Koçberiyê ya Hollandayê jî israr kir ku kesê navborî "li dijî mirovahiyê sûc kiriye" û serî li Dadgeha Şêwirmendiyê da.

Wezaretê di parêznameya xwe de got, "Li gorî raporên li ber destê me, artêş û hêzên ewlekariyê yên Tirk bi taybetî di salên 1994 û 1995'an de li Başûrêrojhilat sûcên li dijî mirovahiyê kirine."

Di raporê de her wiha hate gotin, "Ji payeya kesên ku serlêdan kiriye û ji gotinên wî yên di dema serlêdanê de tê fêhmkirin ev kes, herî kêm haya wî ji sûcên li dijî mirovahiyê heye. Mirov pê ne bawer e ku di dema wezîfeya xwe de haya wî ji van sûcan tine be."

DADGEHA ŞÊWIRMENDIYÊ BIRYAR QEBÛL KIR

Dadgeha Şêwirmendiyê jî rapora wezaretê qebûl kir û ev biryar da: "Hem artêşê hem jî jendermeyan di valakirina gundan de yekser cih girtin. Ji ber vê yekê, argumanên ku Wezareta Koçberiyê pêşkêş kir rast in. Biryara dadgeha destpêkê jî şaş e."

Dadgeha Şêwirmendiyê hikum da ku ev biryar ji bo hemû leşker û polîsên ku di salên 1990'î de li Kurdistanê wezîfe kirine derbas dibe.

Biryareke bi heman rengî sala 2012'an hatibû girtin. Endamekî Hîzbûllahê ji bo penaberiyê serî li Buroya Koçberiyê ya Biyaniyan a Haarlemê dabû û bi hinceta ku "sûcên li dijî mirovahiyê kiriye" serlêdana wî hatibû redkirin. Wezareta Koçberiyê hîn jî vê biryarê esas digire û serlêdana polîs, leşker, efser û endamên Hîzbûllahê li gorî vê pîvanê dinirxîne.