Li Şerayê derba giran li hêzên dagirker hate xistin
Li gundên Dêrsiwanê û Erap Wêranê yên navçeya Şera ya Efrînê, derba giran li hêzên dagirker hate xistin. Gelek leşker û çete hatin kuştin.
Li gundên Dêrsiwanê û Erap Wêranê yên navçeya Şera ya Efrînê, derba giran li hêzên dagirker hate xistin. Gelek leşker û çete hatin kuştin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku ji nava Nûsra û DAÎŞ'ê daye hev, ev 23 roj in li dijî Efrînê dewam dikin.
Yek ji herêmên ku di navbera hêzên dagirker û şervanan de şerekî giran lê diqewime, gundên navçeya Şera ne.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, li gundên Dêrsiwanê û Erap Wêranê yên navçeya Şerayê şerekî dijwar diqewime.
Di vî şerî de şervanên QSD'ê derbeke giran li artêşa Tirk û çeteyên wê xistin û tê gotin ku gelek leşker û çete hatine kuştin û birîndar bûne.
Li gorî agahiyan, şervanên QSD'ê dest danîn ser gelek telefon û bombeavêjên çeteyan.
BOMBERDÛMAN DEWAM DIKE
Wekî din, li navçeay Mabeta ya Efrînê ji ber topbaranê zarokek li gundê Mîrkanê birîndar bû.
Li Şiyê jî bombe li gundê Helebiyê tê barandin.