QSD: Di nava hefteyekê de 130 leşkerên Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şer ya dîroka 1-8’ê Sibatê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di nava hefteyekê de 130 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di navbera dîroka 1-8’ê Sibatê de herî kêm 130 leşkerên Tirk hatine kuştin, gelek tank û wesayîtên leşkerî hatine rûxandin.

Agahiyên berfireh a bîlançoya şer ya daxuyaniya QSD’ê wiha ye;

BILBILÊ

“*Di 1’ê Sibatê de li derdora gundê Zehrê di navbera hêzên me û artêşa dagirker a Tirkiyeyê de pevçûn rûdan. Di encamê de 20 leşkerên Tirk hatin kuştin.

*Di 1’ê Sibatê de li gundê Qurnê siwareyeke leşkerî ya artêşa dagirker û komên terorîst hate rûxandin û kesên tê de jî hatin kuştin.

*Di 3’yê Sibatê de li gundê Heftaro tankeke artêşa dagirker hate teqandin.

*Di 3’yê Sibatê de artêşa dagirker û komên terorîst ên girêdayî wê bi çekên giran gundê Şêxorzê topbaran kirin.

*Di 4’ê Sibatê de li derdora gundê Ebûdanê di navbera hêzên me û leşkerên dagirker û tabûrên terorîst de pevçûn rûdan û di heman rojê de 6 êrîşên ezmanî li dijî gund pêk hatin.

*Di 4’ê Sibatê de li derdora gundê Şêxorzê saet di 03:00’an de di navbera hêzên me û leşkerên dagirker û tabûrên terorîst de pevçûn rûdan û di heman demê de balefirên şer gund topbaran kir.

*Di 4’ê Sibatê de li derdora gundên Şêxorzê û Bilêlka di navbera hêzên me û leşkerên dagirker û tabûrên terorîst de pevçûn giran rûdan.

*Di 4’ê Sibatê de li derdora gundê Elî Kera dozereke artêşa dagirker teqandin.

*Di 4’ê Sibatê de artêşa dagirker û tabûrên terorîst gundê Qestel Xidriya bi çekên giran topbaran kirin.

*Di 5’ê Sibatê de li gundê Şîltehtê hêzên me nuqteyeke artêşa dagirker û tabûrên terorîst bi fûzeyan kirin hedef û di encamê de 4 leşker Tirk hatin kuştin.

*Di 5’ê Sibatê de artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst çekên giran li gundê Çolaqa Xidriya dan. Di encamê de sê malên sivîlan hilweşiyan.

*Di 5’ê Sibatê de yekîneyeke hêzên me komeke leşkerên Tirk û terorîstan li nêzî Girê Bûkê bi fûzeyeke RBG li wan dan û di encamê de 5 leşkerên Tirk hatin kuştin.

*Di 6’ê Sibatê de artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst bi çekên giran li gundê Cela dan.

*Di navbera hêzên me û leşkerên Tirkiyeyê û komên terorîst de li aliyê gundê Şêxorzê pevçûnên giran rûdan û di encamê de hejmareke leşkeran hatin kuştinn û panzêreke BMB a dagirkeran hate teqandin.

*Di 7’ê Sibatê de gundê Qestel Xidriya ji aliyê artêşa dagirker û komên terorîst ve rastî êrîşa bi çekên giran hat.

*Di 7’ê Sibatê de artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst bi armanca dagirkeriya gundê Şêxorzê êrîşeke dijwar pêk anîn. Di encamê de şervanên me gelek pevçûn li dijî wan pêk anîn û di encamê de bi dehan êrîşkar hatin kuştin.

*Di 6’ê Sibatê de artêşa dagirker li gundê Şêxorzê bi armanca tunekirina şervanên me û terorîstên xwe di heman demê de êrîşek pêk anî. Di encamê de hinaseya hejmareke şervanên me teng bû û li gorî agahiyan hinaseya nêzî 20 terorîstan jî teng bû. Guman e artêşa dagirker topên bi gazê dagirtî, bi kar anîne.

*Di 7’ê Sibatê de hêzên me li dijî nuqteyeke artêşa dagirker û komên terorîst çalakiyek li girê gundê Tobela pêk anî. Di encamê de gir ji destên terorîstan hate rizgarkirin û hejmareke leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek jî birîndarbûn.

*Di 7’ê Sibatê de şervanên gundê Baxçe yê li nêzî sînor ji destên dagirkeran rizgar kirin.

*Di 7’ê Sibatê de di navbera hêzên me û leşkerên dagirker û terorîstan de li girê gundê Kurrê ya li nêzî gundê Qurnê pevçûnên giran rûdan. Di encamê de gelek ziyanên canî bi dagirkeran bû. Li gorî hatiye piştrastkirin 5 terorîst hatin kuştin û bêtirî 20 cenazeyên çeteyan li qada şer man.

*Di 7’ê Sibatê de şervanên me siwareyeke leşkerî ya dagirkeran desteser kirin.

*Di 7’ê Sibatê de şervanên me bi fûzeyekê li tankeke artêşa dagirker dan û di encamê de bi temamî hate teqandin.

*Di 8’ê Sibatê de di navbera şervanên me û leşkerên dagirker û komên terorîst de li gundê Şêxorzê pevçûnên dijwar rûdan. Di encamê de ziyanên mezin bi êrîşkaran bû. Şervanên me piştrast kirin ku 27 leşkerên Tirk hatin kuştin.

*Di 8’ê Sibatê de artêşa dagirker a Tirkiyeyê bi çekên giran li gundê Kotana dan û di encamê de gelek ziyan bi malên welatiyan bûn.

*Di 8’ê Sibatê de balefirên artêşa dagirker li derdora girê Kevirê Ker dan.

ENIYA RACO

*Di 1’ê Sibatê de şervanên me siwareyeke leşkerî ya artêşa dagirker li nêzî Kevrê Ker kirin hedef.

*Di 2’yê Sibatê de artêşa dagirker gundên Elî Begê û Moseka bi çekên giran kirin hedef.

*Di 2’yê Sibatê de balefirên artêşa dagirker navenda Reco kirin hedef..

*Di 2’yê Sibatê de artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst navneda Reco bi 8 topan kirin hedef.

*Di 2’yê Sibatê de balefirên artêşa dagirker çiyayê gundê Çobana kirin hedef.

*Di 2’yê Sibatê de di bersivdayîneke şervanên me de li dijî jêderên topbarana dagirkeran 4 terorîst hatin kuştin û di nava wan de fermandarekî tabûra Şuhada Bedir hebû.

*Di 2’yê Sibatê de li derdora girê Kevrê Ker di navbera şervanên me û leşkerên artêşa dagirker û komên terorîst de pevçûnên dijwar rûdan.

*Di 2’yê Sibatê de şervanên me alaveke leşkerî ya artêşa dagirker teqandin.

*Di 2’yê Sibatê de saet di 17:00’an de artêşa dagirker û komên terorîst bi çekên giran li navenda Reco û derdora wê dan.

*Di 3’yê Sibatê de balefirên artêşa dagirker gundên Cela, Çanîka, Çeqmaqa û çiyayê Bêla kirin hedef.

*Di 3’yê Sibatê de 4 fuze li derdora navenda Reco saet di 11:00’an de ketin.

*Di 5’ê Sibatê de artêşa dagirker û komên terorîst bi awayekî hovane gundê Xilalka topbaran kirin.

*Di 5’ê Sibatê de artêşa dagirker û komên terorîst bi awayekî hovane derdora navenda Reco topbaran kirin.

Artêşa dagirker û komên terorîst navenda Reco bi çekên giran kirin hedef û 8 top li têketina bajaroka Reco ketin.

*Di 6’ê Sibatê de li derdora gundê Dîkmedaşê di navbera hêzên me û leşkerên Tirk û komên terorîst de pevçûn rû dan.

*Di 6’ê Sibatê de bêtirî 30 topên dagirkeran li derdora gundê Moseka û têketina bajaroka Reco ketin.

*Di 7’ê Sibatê de li gundê Bilêlka artêşa dagirker û komên terorîst hewl dan pêş ve werin, rastî bersiva şervanên me hatin û di encamê de ziyanên mezin bi wan bûn.

*Di 8’ê Sibatê de li gundê Elbîskê di navbera şervanên me û leşkerên Tirk û komên terorîst de pevçûnên giran rûdan û di encamê de tankek êrîşkaran hate teqandin.

*Di 8’ê Sibatê de li eniya Kevrê Ker di navbera hêzên me û leşkerên dagirker û terorîstan de pevçûn rûdan. Şervanên me çalakiyeke bi bandor li dijî komeke dijminan pêk anîn û di encamê de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin.

*Di 8’ê Sibatê de artêşa dagirker û komên terorîst bi awayekî hovane navenda Reco kirin hedef û 13 top li nava xaniyên sivîlan ketin.

*Di 8’ê Sibatê de herdu gundên Moseka û Hopka rastî topbaraneke dijwar ji aliyê êrîşkaran ve hatin.

*Di 8’ê Sibatê de gundên Cela û Çeqmaqa bi awayekî hovane rastî topbarana bi çekên giran ji aliyê êrîşkaran ve hatin.

ENIYA ŞEHBA

*Di 1’ê Sibatê de hêzên me li dijî xalên artêşa dagirker a Tirkiyeyê li nêzî embarxaneyên genim ya li gundê Kebrîn bi 14 fûzeyan kirin hedef.

*Di 1’ê Sibatê de şervanên me komeke dijminan li gundikê Kecrîn bi sê fûzeyan kirin hedef.

* Li başûrê Marihê hêzên me du tankên dagirkeran kirin hedef.

*Di 2’yê Sibatê de li derdora Kelcibrînê 4 navendên dagirkeran bûn hedef.

*Di 2’yê Sibatê de li derdora Marihê hêzên me 9 navendên dagirkeran kirin hedef.

*Di 2’yê Sibatê de li derdora bendava Şehba di navbera hêzên me û komên terorîst de pevçûn rûdan.

ENIYA MABETA

*Di 2’yê Sibatê de hêzên me di çalakiyekê de 2 leşkerên Tirk kuştin û topavêjên dagirkeran derdora gund kirin hedef.

*Di 3’yê Sibatê de hêzên me li gundê Mehmila tankeke dagirkeran teqandin û kesên tê de jî hate kuştin.

*Di 4’ê Sibatê de artêşa dagirker bombeyên ronîkirinê avêtin ezmanê gundên Xelîl Gulko û Alkana, piştî ku li derdora van herdu gundan pevçûnên giran rûdidan.

ENIYA CINDIRÊSÊ

*Di 1’ê Sibatê de artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst bi topan mizgehfta Cindirêsê kirin hedef.

*Di 2’yê Sibatê de artêşa dagirker û komên terorîst navenda Cindirêsê û gundê Hemamê bi hovîtî topbaran kirin.

*Di 2’yê Sibatê de artêşa dagirker û komên terorîst taxên rojavayê navenda Cindirêsê di saetên nîvê şevê de bi topan kirin hedef.

*Di 2’yê Sibatê de di navbera şervanên me û dagirkeran de li gundên Aşka rojava, Hemam, çiyayê Beyreqdar pevçûnên dijwar rûdan û dagirkeran êrîşên ezmanî li dijî van gundan pêk anîn.

*Artêşa dagirker û komên terorîst bi topan gundê Hemamê kirin hedef.

*Li derdora girê Qaziqlî û girê Şehîd Seydo di navbera hêzên me û artêşa dagirker de pevçûn rû dan.

*Di 5’ê Sibatê de hêzên me li derdora gundê Hesîrkê tankek teqandin û leşkerên tê de jî hatin kuştin.

*Li derdora gundê Mihemediyê balefirên keşfê geriyan û tiştên reş avêtin eniyên şer lê evan tişt nehatin zanîn ku çi ne.

*Gundê Dêr Belûtê ji aliyê tank û topavêjên dagirkeran ve rastî êrîşên dijwar hat.

*Gundê Sindiyankê ji aliyê artêşa dagirker ve rastî êrîşa topan hat.

*Di 7’ê Sibatê de şervanên me siwareyeke leşkerî li nêzî gundê Hemamê kirin hedef û bi temamî teqandin.

*Di 7’ê Sibatê de artêşa dagirker û komên terorîst goristana şehîd Seydo ya li çiyayê Qaziqlî kirin hedef.

Di 7’ê Sibatê de hêzên me bi çekên giran tevgereke dijminan kirin hedef. Di encamê de ziyanên mezin bi wan bûn.

*Di 8’ê Sibatê de li aliyê çiyayê Beyreqdar û di navbera herdu gundên Hemamê û Aşka de di navbera hêzên me û dagirkeran de pevçûnên dijwar rûdan.

ENIYA ŞERA

*Di 1’ê Sibatê de artêşa dagirker a Tirkiyeyê gundên Baflûnê, Dîkmetaş, Ereb Wêran bi topavêjan kirin hedef.

*Di 2’yê Sibatê de artêşa dagirker a Tirkiyeyê gundên Dêrsiwan, Ereb Wêran, çiyayê Baflûnê, Vîlat El-Qadî bi awayekî hovane bi çekên giran kirin hedef.

*Di 3’yê Sibatê de hêzên me dozereke artêşa dagirker kirin hedef û teqandin.

*Di 4’ê Sibatê de hêzên me li gundê Şîltehtê bi fûzeyan komeke dagirkeran kirin hedef û di encamê de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûn.

*Di 5’ê Sibatê de hêzên me komeke leşkerên artêşa dagirker li derdora gundê Qestel Cindo bi fûzeyan kirin hedef û di encamê de ziyanên mezin bi wan bûn.

*Di 5’ê Sibatê de li derdora gundê Dîkmetaş û li girê wê di navbera hêzên me û dagirkeran de pevçûn rûdan.

*Artêşa dagirker bi topan gundên Meydankê û Çema kirin hedef.

*Di 8’ê Sibatê de hêzên me li dijî komeke leşkerên Tirk çalakiyek pêk anîn û di encamê de 6 leşkerên Tirk hatin kuştin.

ENIYA ŞÊRAWA

*Di 7’ê Sibatê de du top li gundên Basûfanê û Birc Heyderê ketin û di encamê de ziyan bi xaniyên sivîlan bûn.

ENIYA ŞIYÊ

*Di 2’yê Sibatê de artêşa dagirker bi çekên giran navenda Şiyê kirin hedef.

*Di 2’yê Sibatê de şervanên me du panzêr û siwareyeke leşkerî li derdora gundê Xelîl Gulko teqandin.

*Di 5’ê Sibatê de li derdora gundê Hec Bilêl di navbera şervanên me û dagirkeran de pevçûnên giran rûdan û di encamê de 8 leşkerên Tirk hatin kuştin.

*Di 6’ê Sibatê de Sekvanekî hêzên me li derdora Girê Îzaha yê nêzî gundê Xelîl Gulko du leşkerên Tirk kir hedef.

*Di 6’ê Sibatê de şervanên me li Girê Îzaha çalakiyeke bi bandor pêk anîn û di encamê de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin.

*Di 6’ê Sibatê de li derdora gundê Hec Bilêl di navbera hêzên me û artêşa dagirker de pevçûnên dijwar rûdan.

*Di 8’ê Sibatê de li derdora gundê Xelîl Gulko hêzên me siwareyeke leşkerî ku doçka li ser ya dagirkeran kir hedef û bi temamî teqand û 11 leşkerên Tirk jî hatin kuştin.

ENIYA MEYDANKÊ

*Di 7’ê Sibatê de artêşa dagirker bi 4 topan dibistana gundê Meydankê û malên sivîlan kir hedef.

*Di 7’ê Sibatê de artêşa dagirker û komên terorîst bi topan navenda belavkirina ava vexwarinê ku avê ji welatiyên bajarê Efrînê re peyda dike kirin hedef û di encamê de ziyanên mezin bi navendê bûn.

ENIYA EZAZÊ

*Di 8’ê Sibatê de hêzên me tevgereke dijminan bi çekên giran kirin hedef.

KOBANÊ

*Di 4’ê Sibatê de leşkerên Tirk siwareyên sivîlan li gundê Sosik a rojavayê Girê Spî kirin hedef û di encamê de ziyan bi van siwareyan bûn. Bi çekên doçka di navbera hêzên me û leşkerên Tirk de pevçûn rûdan.

*Di 7’ê Sibatê de artêşa dagirker bi tank û topavêjan gundê Zormixarê yê li ber çemê Firatê kirin hedef.

*Di 2’yê Sibatê de dewleta Tirk hewl da terorîstan derbasî bajarê Girê Spî bike û di navbera hêzên me û van terorîstan de pevçûn rûdan. Di encamê de 4 terorîst hatin kuştin û yên din jî paş ve reviyan.

MINBIC

*Di 2’yê Sibatê de çeteyên girêdayî Mertala Firatê û leşkerên Tirk gundê El-Hoşeriyê yê bakurê rojhilatê Minbicê û derdora wê bi çekên giran kirin hedef û hêzên me jî bersiva êrîşkaran dan.