Hozat: Dagirkeriya li ser Efrînê dewama komploya navneteweyî ye

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir ku êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê dewama komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ye û got, bi berxwedana gelan wê êrîş û hemû planên hatine kirin têk biçin.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, bi wesîleya salvegera 19'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ji ANF'ê re axivî.

Hozat di destpêka axaftina xwe de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedana gerîla, kadroyên PKK û PAJK’ê, gelê Kurd û jin silav kir.

KOMPOYA 15'Ê SIBATÊ NEGIHÎŞT ARMANCA XWE

Hozat diyar kir ku komploya 15’ê Sibatê di şexsê Ocalan de armac kir ku Rêbertî û PKK’ê bê tesîr bike û îradeya gelê Kurd bişkîne. Hozat destnîşan kir ku komplo negihiştiye armanca xwe û wiha axivî: “Di ser komploya 15'ê sibatê re 19 sal derbas bûn, lê komploya navdewletî hê jî didome, bi dawî nebûye. Dema ku komploya navdewletî ya 15’ê Sibatê rû da berxwedana Serokatiya me, ya gelê me û giştî rêxistina me di pir aliyan de komplo pûç kir û komplo negihişt armanca xwe. Armanca vê komployê bê tesîrkirina Serok Apo bû. Di şexsê Serok Apo de tesfiyekirina PKK’ê bû, bê îradekirin û teslîm girtina gelê Kurd bû. Xwestin di hundirê salekê yan jî du salan de PKK'ê bi giştî tesfiye bikin. Xwestin gelê Kurd jî qir bikin û teslîm bigrin. Berxwedana Serok Apo, gerîla û gelê Kurd komplo pûç kir. Lê dewleta Tirk a faşîst û hêzên metînger dest ji vê armanca xwe bernedan, îro jî dixwazin vê komployê bibin serî. Li ser vê esasê dixwazin bi hêzên derve jî çawa ku di 98-99’an de hêzên navdewletî jî di vê komployê cih girt niha jî dixwazin bi alîkariya hêzên navdewletî cardin plana qirkirinê bibin serî û encamê bigirin.”

DAGIRKERIYA LI SER EFRÎNÊ DEWAMA KOMPLOYA NAVDEWLETÎ YE

Hozat da xuyakirin ku faşîzma dewleta Tirk bi komployê re siyaseta qirkirinê li ser gelê Kurd meşand lê ev siyaset bi Bakurê Kurdistan re sînordar nemaye, li ser çar beşên Kurdistan û bi taybet jî Rojava dimeşîne û wiha pêde çû: “Li ser vê esasê li Bakurê Kurdistanê siyaseta qirkirinê dikin, li ser gelê Kurd siyaseta qirkirinê, qetlîam û avêtina zindanan heye. Li ser gerîla şerekî topyekûn dikin. Li ser hevalê zindanê tundî û zilmeke mezin heye. Derveyî Bakurê Kurdistan jî dixwazin planê qirkirinê bidin meşandin. Îro dagirkeriya li ser Efrînê tê kirin bi vê armancê ye. Dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistan bi vê armancê ye. Ev bi awayekî zelal eşkere dibe ku ev polîtîkaya qirkirinê ya faşîzm li ser gelê Kurd dimeşîne tenê bi Bakurê Kurdistanê re ne sînordar e. Bi giştî çar beşên Kurdistan digire nava xwe, dixwazin li ser çar beşên Kurdistan plana qirkirinê bide meşandin. Dixwazin li her derê destketiyên gelê Kurd desteser bikin,  teslîm bigrin û qir bikin. Li ser vê esasê planeke berfireh li çar beşên Kurdistan û derveyî welat tê meşandin. Dewleta dagirker û mêtînger a Tirk bi alîkariya derve dixwaze vê planê bide meşandin.”

Hozat diyar kir ku dagirkeriya li ser Efrînê her wiha dewama qirkirina Bakurê Kurdistanê ye û wiha axivî: “Ev 5-6 sal in bi destê DAÎŞ, El Nusra û çeteyên paramîlîter li hember Rojava dewleta Tirk a faşîst û dagirker planeke qirkirinê dide meşandin. 5-6 sal in ev hêzên çete êrîş dibin ser Rojava. Êdî ev çete bê tesîr bûn, berxwedan û têkoşîna gelê Kurd, hêzên parastinê YPG-YPG û QSD li hember wan şerekî pir mezin kirin û êrîşkar li bin ketin. Vê carê dewleta Tirk artêşa xwe bi xwe xist Sûriyê û niha dixwaze Bakurê Sûriyê û Rojava dagir bike. Niha dagirkeriya li ser Efrînê tê meşandin li ser esasê dewama komployê tê meşandin. Dagirkeriya li ser Efrînê dewama qirkirina Bakurê Kurdistanê ye. Divê em wisa bibînin. Dewama qirkirina Bakurê Kurdsitan îro li Efrînê tê kirin. Dixwazin destketî û statuya li Bakurê Sûrî û Rojava çêbûye bi giştî ji holê rabike. Kurd li wê derê bê maf bihêle û azadiya wan desteser bike. Ev dewama komploya navneteweyî ye.” 

19 SAL IN LI ÎMRALIYÊ TECRÎDEKE GIRAN HEYE

Hozat polîtîkayên tecrîd û îzolasyona li ser Ocalan jî nirxand. Hozat da zanîn ku bi tecrîda li ser Ocalan armanc dike ku bandora fikrên Ocalan li ser gelan tesir neke û wiha domand:  “Tecrîda li ser Serokatî jî girêdayî komploya navdewletî ye. Ev 19 sal in tecrîd li ser Serokatiya me heye. Em tecrîdê weke çend salên dawî bigirin dest wê şaş be. 19 sal in li Îmralî tecrîdeke pir giran li ser Rêber Apo heye. Tecrîd berdewamkirina komploya navdewletî ye. Em tecrîda li ser Serokatî ji komploya navdewletî qut nagirin dest. Çawa ku komploya 15’ê Sibatê Serok Apo armanc dike tecrîda îro li Îmraliyê 19 sal in tê meşandin niha dikeve sala 20’emîn ev jî bê tesîrkirina Serok Apo hedef dike. Di vê wateyê de berdewama komploya navdewletî ye. Bandora Serokatî ya li ser gelê Kurd û gelan baş dizanin nêrîn û projeyên Serokatî pêş dixîne bandoreke pir mezin li ser gelan, hêzên demokratîk û tevgerên şoreşger jî çêdike. Li giştî Rojhilata Navîn li ser gelan tesîra xwe çêdike. Ji bo vê jî dixwazin vî dengî bêdeng bikin, bandora wê bişkînin û di şexsê Serkatî de têkoşîn û berxwedana gelan bê tesir bikin. Di serî de dixwazin gelê Kurd, gelê Tirkiye, Sûriyê û giştî gelên herêmê bê îrade bikin û teslîm bigrin, hêzên demokratîk û şoreşger jî bêhêz bikin û tesfiye bikin. Em dikarin komploya navdewletî jî ku niha rengê tecrîd û plana qirkirin û dagirkeriyê dide meşandin wisa jî binirxînin.” 

KURD Û GELÊN HERÊMÊ LI DIJÎ MÊTINGERIYÊ LI BER XWE DIDIN

Hozat diyar kir ku komplo destketiyên gelê Kurd û gelên herêmê dike armanc û gel li hemberî vê li ber xwe didin. Hozat wiha pêde çû: “Gelê Kurd jî gelên herêmê jî xeteriya li ser gel a ku ji aliyê mêtîngeran tê meşandin baş dibînin. Bi rastî gelê me jî gelê herêmê jî xwedan zanebûn e û hişyar in. Baş dizanin ku ev plana qirkirinê ye û li hember nirxên mirovatî tê meşandin. Bi giştî destketiyên gelê Kurd û herêmê dike armanc. Gelê Kurd û gelê herêmê li hemberî vê têdikoşin û ev helwesteke pîroz e. Bi taybet îro gelê me li Bakur, Başûr, Rojhilat û li Rojava cardin li derveyî welat li Ewropa berxwedan û têkoşîneke mezin didin nîşandan. Bi salan e ev berxwedan qet nesekiniye. Roj bi roj mezin dibe û xurt dibe. Gelê hêrêmê jî û Ewropa jî di hundirê vê berxwedanê de ne. Eniya vê berxwedanê firehtir û kûrtir dibe. Ev nêzîkatiyeke pir pîroz e û girîng e. Gelê me ev 40 sal in li hember her cure planên dagirker û faşîst li Kurdistan û derveyî Kurdistan berxwedanê dikin û vê planên mêtîngeran vala derdixînin.” 

HÊZÊN NAVDEWLETÎ HEVKARÊN DEWLETA TIRK A SÛCDAR IN

Hozat da zanîn ku hevkarên dagirkeriya li ser Efrînê sûcdar in û berxwedana li hember wê pîroz e û got: “Îro weke berdewama komploya navdewletî li ser Efrînê êrîşên dijwar hene. Di serî de Rusya, Rejîma Sûriyê, ABD û hêzên derve hevkarên vê planê ne û bixwe jî sûcdar in. Hinek hêzan çavên xwe jê re girtin û hinek hêzan jî alîkariya vekirî dan dewleta Tirk. Ji bo berjewendiyê xwe yê siyasî, aborî, qirêj û kapîtalîst. Gelê herêmê jî vêya baş dizane. Em dikarin vêya eşekere bibêjin berxwedana gelê me û hêzên parastina gelê me wê ev planên qirkirinê hemû pûç derbixînin. Berxwedanî hemû planên wan tevlîhev kir û wê tesfiye jî bibin. Di berxwedana Efrînê de ev diyar dibe. Li hember dagirkeriya dewleta Tirk gelê Efrînê li ser piyan e. Di hundirê berxwedaniyeke pir hêja de ne.” 

DEWLETA TIRK DI ÊRÎŞA DIJÎ EFRÎNÊ DE LI BIN KETIYE

Hozat îşaret bi berxwedana Efrînê kir û got: “Ev 21 roj in dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst şerekî pir dijwar li hember gelê Efrînê li Bakurê Sûriyê dike, lê dewleta Tirk ti encam negirtiye. 21 roj in ti encam li holê nîne. Li ser sînor ketiye nava çiraveke mezin û nizane wê çawa derbikeve. Ev rewş çawa derket holê? Bi berxwedana gel derket holê. Li Kurdistan û derveyî Kurdistan gel berxwedaniyeke pir mezin nîşan da. Ji bo vê jî dewleta Tirk a dagirker gelekî tengav bûye. Di hundirê aloziyeke pir kûr de ye.”

DAGIKER ÊRÎŞÎ PROJEYA RÊBERTÎ DIKIN'

Hozat bi bîr xist ku projeya Ocalan li kantona Efrînê ketiye meriyetê, lewma êrîş li dijî fikir, proje û paradîgmaya Ocalan tê kirin. Hozat wiha axivî: “Êdî em dikarin bibêjin têkoşîna azadiyê sînorê Kurdistan derbas kir û bû têkoşîna azadiya herêmê. Bû tevgera azadiya Rojhilata Navîn. Îro tevgera azadî li Rojhilata Navîn pêşengiya demokrasî, azadî, wekhevî û adaletê dike. Modeleke demokratîk a civakî pêş dixîne. Li Rojava ev vekirî derket holê. Li Rojava pergaleke demokratîk li ser esasê projeye neteweya demokratîk pêşket. Ev projeya Rêber Apo ye. Ev sîstema konfederalîzma demokratîk e. Li ser fikir, proje û paradîgmaya Serokatî di pêşengtiya gelê Kurd de li Bakurê Sûriyê pergala çareseriyê pêşket. Li Bakurê Sûrî statuyeke li ser esasê netewa demokratîk pêşket. Hemû pêkhatiye Bakurê Sûriyê îro bi hev re sîstemeke demokratîk û azadîxwaziya jinê saz kirine û bi hev re xwe rêve dibin. Azadiya jin û gelan esas digre. Di hundirê vê pergalê de jin bi awayekî azad jiyan dikin. Ev modeleke nû ye, ji bo giştî herêmê jî dibe alternatîf. Bi dagirkeriya li ser Efrînê diyar bû ku dixwazin vê modelê ji holê rabikin. Bi esasî fikir û projeya Serokatî çareserî û modela ji bo gelê herêmê pêş dixîne ketiye meriyete û beden girtiye dixwazin vê ji holê rabikin. Ji bo vê jî ewqasî dijwar li ser projeya Serokatî êrîş heye. Êrîşeke pir giran heye. Di hedef de fikir û projeya Serokatî heye.”

PLANÊN HÊZÊN HEGEMON WÊ BI BERXWEDANÊ TÊK BIÇIN'

Hozat bal kişand ser rola hêzên navdewletî û diyar kir ku bi berxwedana gelê Kurd ve wê negêjin armancên xwe yên bi ser bikeve heqîqet e û wiha domand: “Hêzên kapîtalîst û hegemon weke Rusya, ABD îro di herêmê de hêzên herî esasî yê kapîtalîst in. Van hêzan hêzên azadîxwaz û demokratîk li dijî berjewendiyên xwe yên kapîtalîst weke gef dibînin û ji bo xwe xeter dibînin. Ji bo vê jî dixwazin bê hêz bikin, bi sînor bikin gelê Kurd muhtacî xwe bikin û bikşînin xeta xwe. Hêzên hegomon dixwazin gelê Kurd û gelê herêmê ji bo berjewendiyê xwe yê kapîtalîst bikar bînin û herêmê ji nû ve dizayn bikin. Lewra hêzên hegomon çavê xwe ji dagirkeriya faşîzma Tirk re digrin, an jî di nav de cih digrin.  Di roja me de komploya navdewletî şêwazeke bi vî rengî dimeşîne. Lê kîjan dewletên mezin têkevin nav van hesabana divê bizanibin ku berxwedanî wê hemû planên wa vala derbixîne. Heqîqet di berxwedaniyê de ye. Heqîqet di mafê gelan de ye. Her daîm heqîqet hêz e û xwedan bandor e.” 

'WÊ BERXWEDANA EFRÎNÊ BI PÊŞENGIYA JINAN BI SER BIKEVE'

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd, gelên herêmê û jinan kir ku komploya navdewletî ya ku di şexsê Efrînê de tê xwestin bê rojanekirin pûç bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelê me û gelê herêmê xeta berxwedanê û têkoşîna xwe di hemû aliyan de li Kurdistan û herêmê li giştî cîhanê mezin dikin û yekîtiya xwe xurt dikin û têkoşîna xwe mezin dikin ger wisa berxwedana xwe bidomînin dikarin encam bigrin û planên dagirkeriya komploya navdewletî pûç bikin. Mînakên wê pir hene têkoşîna jinan gelê Kurd û gelên herêmê planê komploya navdewletî çawa vala derxist wê di roja îro de jî berxwedana jinên gelê Kurd û gelên herêmê wê komplo vala derbixîne. Ev hêz û potansiyel heye. Niha ruhekî pir mezin di gelê Kurd de çêbûye. Ev ruheke netewî ye, li çar beşên Kurdistan li ser esasê ruhê neteweyî gelê Kurd di nav têkoşînê de ye. Li ser esasê ruhê lêgerînê azadî jinên Kurd, jinên Sûriyê, jinê Tirkiyê û herêmê di nav têkoşîneke pir mezin de ye. Hêza xwe jî xurt dike di hundirê jinana de jî yekîti û ruhê azadiyê pêş dikeve. Di pêşengtiya jinan ade gelê Kurd û herêm li hember komploya navdewletî berxwedanî û têkoşîna xwe xurt bike em bawer dikin ku encameke pir xurt wê bidest xistin. Ev têkoşîn jî wê serketî biçe serî.”