QSD’ê bîlançoya roja 23’an eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku 11 leşkerên Tirk û 21 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encamên şerê  24 saetên dawî yên di navbera şervanên wan û artêşa Tirk a dagirker de eşkere kir.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye;

“Navenda ragihandinê encama şerê duh (10) Sibatê bêyî ku hejmarên rasteqîn were zanîn belav kiribû. Lê piştre agahiyên berfirehtir hatin û pêwîst bû di nûçeyên duh de bihatiba weşandin.

Hêzên me piştrast kirin ku di van 24 saetên dawî de 21 terorîstên girêdayî tabûra bi navê Ehrar El-Şerqiyê û 11 leşkerên artêşa dagirker a Tirkiyeyê li eniya Reco hatine kuştin. Her wiha li eniya Şiyê jî siwareyeke leşkerî teqandine û hate piştrastkirin ku 4 leşkerên di siwareyê de jî hatine kuştin.

Li eniya Cindirêsê di şer û pevçûnên duh de 11 terorîst hatine kuştin û 15 terorîstên din jî birîndar bûne.

Agahiyên berfireh ên 24 saetên dawî wiha ne:

RACO

Eniya Reco ji duh ve armanca êrîşên ezmanî ye û heta amadekirina vê raporê evan êrîş berdewam dikirin. Gundê Qude ku tê de helîkopterek hatibû xistin rastî êrîşên dijwar hat û di heman demê de pevçûnên demkî di navbera hêzên me û artêşa dagirker de derketin. Her wiha duh saet di 16:00’an de gundê Xelîl Gulko rastî êrîşa balefiran hat.

Di heman demê de gundên Hec Cemala, Moseka, Kurrê, Şadiya, Bilêlka bûn armanca êrîşên ezmanî ya artêşa dagirker û hemû êrîş li dijî xaniyên sivîlan pêk hatin. Guman hene ku di van xaniyan de sivîl hebin û ji ber tevgera balefiran li van deveran ambolans nikarin cenazeyên sivîlan û birîndaran werbigirin.

CINDIRÊSÊ

Duh saet di 16:00’an de li gundê Dêr Belûtê êrîşeke ezmanî pêk hat û di heman demê de di navbera hêzên me û artêşa dagirker û çeteyên wê de pevçûn rû dan.

Pevçûn li heman deveran heta saet 19:00’an berdewam kirin û asta pevçûnan girantir bû û qada şer berfirehtir bû û gundên Hemam û Hec Iskender girtin nava xwe û heta saetên dereng ên şevê berdewam kirin. Di heman demê de balefiran jî ev gund kirin hedef. Duh saet di 23:00’an de gundê Kefer Sefrê jî bû armanca balefiran. Di heman demê de tabûrên terorîst gundê Keferdelê bi çekên giran kirin hedef.

Li eniya gundên Dêr Belût, Hemam û Hec Iskender di saetên piştî şevê de asta pevçûnan hêdî bû û êrîşkar ziyanên mezin dîtin. Li gundê Hec Iskender saet di 09:00’an de pevçûn dîsa gur bûn û balefiran dîsa gundên Axçelê û baflûrê di serê sibê de kirin hedef.

ŞIYÊ

Duh saet di 15:00’an de hêzên me panzêreke êrîşkaran kirin hedef û teqandin û 4 leşkerên tê de jî kuştin. Li derdora gundê Hec Bilal pevçûn di navbera hêzên me û êrîşkaran de dijwar bûn û heta nîvê şevê berdewam kirin.

Li heman eniya şer gundê Qermîtliq bû armanca topbarana tankên artêşa dagirker.

ŞERA

Duh gundên Baflûnê, Ereb Wêran, Dêrsiwan ji aliyê balerfiran ve hatin armanc girtin û heta saet 23:00’an dom kir û saet di 05:30’an de dîsa balefir vegeriyan û piştre pevçûnên dijwar di navbera hêzên me û artêşa dagirker de derketin û di encamê de ziyanên mezin bi çeteyan bûn. Li gorî şervanên me herî kêm cenazeyên 9 çeteyan hê jî li qada şer in û çekên wan jî ji aliyê şervanan ve hatine desteserkirin. Li vê deverê pevçûn heta dema amadekirina vê raporê berdewam bûn.

MABETA

Li eniya navçeya Mabeta artêşa dagirker bi çekên giran bê navber gelek deverên navçeyê topbaran dike.

Balefirên artêşa dagirker hê jî li ser herêma Efrînê digerin.”