Fermandarê YPG'ê: Efrîn wê li wan bibe Vîetnam

Ji fermandarên YPG'ê Manî Egîd: Ew bi teknîka xwe piştrast in, em jî bi îradeya xwe. Me amadekarî ji bo şerekî kin re nekir. Amadekariyên me ji bo şerekî bi salan e. Ev der wê ji wan re bibe Vîetnam.

Artêşa Tirk ku bi gotina 'duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê ye' pesnê xwe dide, ev 23 roj in li ser sînor asê maye. Ji fermandarên YPG'ê Manî Egîd êrîşên dewleta Tirk û 'Berxwedana Serdemê' ya şervanên YPG/YPJ'ê ji ANF'ê re nirxand.

3 SAET BÛ 23'Ê ROJ

Egîd bi bîr xist ku artêşa Tirk ji çar aliyan ve êrîşî Efrînê dike, lê 22 roj in bi pêş ve neçûye û got, "Hevalên me heta niha bi moraleke mezin bi erka xwe ya parastinê rabûn. Di destpêka şer de dewleta Tirk digot ku wê 3 saetan Efrînê bi dest bixe. 3 saetên wan bû 3 roj, piştre bû hefteyek, vaye bû 23 roj. Li çar aliyên Efrînê berxwedaneke mezin heye. Heval di çeperên parastinê de ne. Lê belê duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê û çeteyên wê nikarin ber bi Efrînê ve bên."

'EW BI TEKNÎKA XWE, EM JÎ BI ÎRADEYA XWE PIŞTRAST IN'

Manî Egîd destnîşan kir ku ew bi îradeya xwe li dijî çekên ji teknolojiya dawî şer dikin û wiha dewam kir: "Artêşa Tirk û çeteyên wê hê li ser sînor in. Li hin cihan bi 3 kîlometreyan li hin cihan jî bi 5 kîlometreyan bi pêş ve diçûne. Vê yekê jî hewl didin bi hêza xwe ya teknîkê bikin. Yanî bi balafirên şer û keşfê, bi tank û topan hewl didin cihekî bi dest bixin. Dixwazin bi hêza teknîkê li dijî îradeyê şer bikin. Lê belê teknîk nikare li pêşberî îradeyê tiştekî bike. Em ê li dijî vê li ber xwe bidin. Ew bi teknîka xwe, em jî bi îradeya xwe pişrast in."

'EV DER WÊ LI WAN BIBE VÎETNAM'

Manî Egîd destnîşan kir ku cihê AKP lê bişikê wê Efrîn be û got, Efrîn wê ji artêşa Tirk re bibe Vîetnam. Egîd bi dewamî got, "Erdogan hemû hêzên faşîst li dora xwe civandiye û hewl dide Efrînê dagir bike. Em vî şerî weke şerê fînalê dibînin. Lewma em soz didin ku heta dawiyê em ê Efrînê biparêzin. Eger AKP li Efrînê bişikê wê biqede. Ji ber ku AKP li her cihî êrîşî Kurdan dike. Lê cihê ku lê bişikê wê Efrîn be. Em ê Efrînê li duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê bikin Vîetnam. Em ê wan li vir bişikînin."

BANGA JI BO TEVLÎBÛNA LI NAVA REFÊN BERXWEDANÊ

Fermandar Manî Egîd bi bîr xist ku gelê Kurd di pêvajoyeke dîrokî de ye, divê bibe yek û got, "Rojhilata Navîn, bi taybetî Sûriye li nava Sûriyeyê jî bi taybetî Efrîn bûye girêka kor. Hemû hesabên siyasî li ser Efrînê tên kirin. Ji ber vê yekê em bang li gelê Kurd û her kesên azadîxwaz dikn ku cihê xwe li cem vê berxwedanê bigirin. Berxwedana li vir berxwedana şeref û namûsê ye. Berxwedana parastina mirovahiyê ye."

'ME AMADEKARÎ JI BO ŞEREKÎ BI SALAN KIR'

Li ser asta wan a amadekariyê jî fermandar Manî Egîd destnîşan kir ku gund û navçeyên Efrînê jî xwe ji bo şerekî zêdeyî salekê amade kirine û got, "Li gund û navçeyên Efrînê me xwe ji bo şerekî zêdeyî salekê amade kir. Bila bên, bila hinekî bi pêş ve biçin, em li benda wan e. Ev bû 22 roj, hê li ser sînor in. Cihê ku herî zêde bi pêş ve hatine, 5 kîlometre ye. Ev yek jî bi hêza teknîkê kirine. Naxwe ti cihek ku bi lehengî girtibin nîne. Weke min got, amadekariyên me hene. Hem ji aliyê lojîstîkê, hem jî ji aliyê cebilxaneyê ve amadekariyên me hene. Amadekariyên me ne ji bo şerekî dem kin e. Me xwe ji bo şerekî bi salan amade kir."

'HER KES WÊ VÊ BERXWEDANÊ BIBÎNE'

Manî Egîd got, "Bila her kes zanibe ku li Efrînê berxwedaneke mezin heye. Ev berxwedan di asta Stalîngrad û Vîetnamê de ye. Cîhan tev wê vê berxwedanê bibîne" û wiha dewam kir: "Duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê ev 22 roj in li herêmek biçûk tevizî ye. Bi her awayî teknîka xwe bi kar tîne. Divê her kes zanibe; li vir mirovanî şer dike, şeref şer dike, namûs şer dike. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."