QSD: 2 helîkopter hatin xistin, 11 leşker hatin kuştin

QSD'ê ragihand ku duh 2 helîkopter hatine xistin û di şer de 11 leşker hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya ku li Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hate weşandin, du helîkopterên artêşa Tirk li Efrînê hatin xistin û di çalakiyan de bi giştî 11 leşker hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin: "Hêzên me roja Şemiyê 2 helîkopterên artêşa Tirk a mêtinger xistin. Me beriya niha dîmenê dema xistina helîkopterê weşandibû û dewleta Tirk jî mikur hatibû ku helîkopter hatiye xistin. Li gorî agahiyên me ji fermandarên xwe yên li eniya şer wergirt, du helîkopter ji aliyê hêzên me ve hatine xistin. Di helîkoptera destpêkê de hat hate xistin, fermandarek û leşkerek mir. Şervanên me li heman eniyê, helîkoptereke bi tîpa Skorsky a ku leşker dibir, xistin. 9 leşkerên Tirk ên di vê helîkopterê de bûn hatin kuştin. Di çalakiyê de bi giştî 11 leşkerên Tirk hatin kuştin."