Ji PYD’ê bang: Divê NY’yê sûcên li Efrînê lêkolîn bike

PYD’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê sûcên şer dike, bang li komîteya NY’yê û Konseya Ewropa kir.

Desteya Rêveber a PYD’ê, têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê îro daxuyaniyek nivîskî da.

‘JI BO OPERASYONA LEŞKERÎ HINCETA FUZEYAN…’

Daxuyaniya PYD’ê wihaye:

“Berxwedana Serdemê ya li dijî Artêşa Tirk û çeteyên wê şaxên Qaîda li Sûriyê ket hefteya xwe ya 3’yan. Dewleta Tirk Kilis topbaran kir û teqînek li Enqeta çêkikir bi vê yekê jî dixwaze Rewşa Awerte li hindirê xwe pêş bixe, girtinên ku di demên dawî de li dijî muxalifên xwe pêk anîn rewa nîşan bide. Di dema ku diviyabû rewabûna fermiyeta raya giştî yt cîhanî û ya TIrkiyê derketiba, hole, lê dijîtiya dewleta Tirk û êrîşa wê ya li ser Efrîna bi ewle derket hole. Di vir de em bal dikşînin ser daxuyaniyên Serokê Îstixbaratên Tirkiyê MÎTê ku dema dibêje ku ew dikarin hin fûzayen ji xaka Sûriyê bavêjin û bêjin ev êrîş li ser xaka wan pêk hatiye. Ev dibe behane ji wan re ku destwerdana leşkerî bikin. Eger em li çeteyên dewleta Tirk a dagirker binêrin em dikarin bi hêsanî derxînin ku ev metirsînin ji ber tecurbeyên wan ên berê ku di nava Qadîda ku li Efganistan û Xrozaniya û herwekî din bidest xistine.

‘SIVÎL TÊN QETILKIRIN, DIVÊ TC BÊ DAREZANDIN’

Armanca yekem û sereke ya deweleta Tirk ji Efrînê re ew e ku ne hêle DAIŞ tIne bibe û her dem wekî wehşekî di herêmê de hebe. Ji bo vê yekê hemû cûreyên çekan di asta herî jor de li dijî sivîlan bikar anîn. Gelek komkujî pêk anîn, çekên di qadên navdewletî de qedexekirî bikar anîn û hemû yasayên NY û peymana Cinvê û mafê mirovan binpê kirin. Li gorî çavakaniyên fermî heta niha derdora 150 şehîd û 30 birîndar çêbûne. Piraniya sivîlên bûne qurbanî jin û zarokên koçber in. Artêşa Tirk di van 2 hefteyên ku êrîş dike de sûcên şer û karên li dijî nirxên mirovahiyê pêk anîne, li gorîê qanûn û peymanên navdewletî divê di zûtirîn dem de li dijî wê tevger were kirin. Wekî çawa cenazeyên şehîdên jin êşkence kirin.

Em wekî Desteya Rêveber a PYD’ê di dema ku em îdÎayên dewelta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê bikar tîne dideriwînin, dizanin ku hêzên QSD’ê daxuyanî di vê derbarê de dane û hemû îdÎa deriwandine. Tekez em dibêjin ku wê Berxwedana Serdemê ya Efrînê serbikeve. Em vê hêviya serkeftinê ji şehîdên xwe yên ji bo azadiyê şehîd bûne, digirin. Em bang dikin ku li gorî her tîpek ji peymanên NY’yê ku dibêje divê sûcdarên şer werin darizandin, diheman dmeê de li gorî lîsteyên Cinêvê, lazime Artêaş Tirk û çeteyên wê yên girêdayî Qada bi herdû beşên xwe DAIŞ û Nusra wekî cûdarên şer werin darizandin. Divê hêzên navdewletî tevbigere, heger ev pêk hat tê wateya ku beşekî ji ereka xwe pêk tînin. BI taybet di mijarên girdayê sîstema rêxistinkirina karê Komeleya Giştî ya NY û Konseya Ewlekariyê. Êrîşkar komkujiyan pêk tînin, her wiha sivîlan û koçberan hedef digrin, her wiha cenazeyên êşkence dikin. Mizgeft û navendên olan xirab dikin. Şûnwarên ji beriya hezarên salan jî ji êrîşên wan ne filitîn.

‘DIVÊ KOMÎTE BÊN AVAKIRIN’

Dewleta Tirk bi êrîş û dijminatiya xwe ya li ser Efrînê DAIŞ û Nusra bikar tîne, ev yek li ser erdê bi çavan tê dîtin. Di dema ku qanûna şer û qanûna rêgirtina li ber şeran rê nade ku tundî di navbera dewletan were bikar anîn, li gorî qanûna NY di nava dewletan de gef û bikaranîna qewetê neyê bikaranîn. Ji viR rem banga avakirina komîteyeke taybet ku ji Koneya Ewlekariyê derkeve û di derbarê sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê û komkujiyên ku ev 15 roj in dewleta Tirk û çeteyên wê li gund û navçeyên Efrînê pêk anîna. Ev li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya navdewletî ya bi hejmara 1970 pêk were.

PEYAMA ‘XWEPARASTINÊ’

Em soz didin ku em ê bi hemû rêbaz û alavên heyî parstina ewlekarî, xak û aramiya xwe ya civakî ku di navbera hemû pêkhateyên Rojava-Bakurê Sûriyê û bi taybet li Efrînê pêk hatiye bikin. Em tI derfetên ku xweparstinê pêk bîne, ji destê xwe bernadin. Em ê bi hemû rêbazan erka xwe ya xweparstinê pêk bînin, berxwedana ku îro şervanên QSD’ê li Efrînê pêk tîn in, ew e. Ev jî daxwaza îradeya hemû gelên Bakurê Sûriyê ye û Efrînê ye, bi hemû partî, sazî û bingehên xwe yên civakî. Her wiha em berxwedan û çalakiyên hêzên demokratîk û kurdistanî li hemû aliyên cîhanê pêk tînin silav dikin. Bi rêbazên aştiyana dagirkeriya dewelta Tirk ji Efrînê re şermezar dikin û piştgiriya xwe ya bi gel û hêzên QSD’ê li Efrînê re rave dikin.”