Di kampanyaya îmzeyan de ya ku komek Swîsreyiyan ji bo Efrînê dabûn destpêkirin, 2 hezar û 500 îmze hatin berhevkin. Ev îmze bi rêya nameyê pêşkêşî Konseya Federal a Swîsreyê hate kirin. 2 hezar û 500 siyasetmedar, akademîsyen, rojnameger, nivîskar û nûnerên saziyên civakî û yên mirovan xwestin êrîşên li ser Efrînê werin sekinandin û bila Swîsre li hemberî Tirkiyeyê helwesta xwe zelal bike. Daxwaza îmzevanan bi nameyekê pêşkêşî Serokê Konseya Federal ê Swîsreyê Alaîn Berset û endamên Konseya Federal hate kirin.
‘SÎVÎL DIBIN HEDEF’
Di nameyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk tevî çeteyan êrîşî Efrînê dikin û ji ber bomberdûmana dewleta Tirk heta niha ji sedî zêdetir zarok û jinan jiyana xwe ji dest dane.
Di nameyê de hate gotin ku, “Kurd û mutefîkên wan ên Ereb dibin hedefa dewleta Tirk û çeteyan. Kurd û mutefîkên wan li Kobanê, Reqa û li gelek cihan li dijî DAÎŞ’ê şer kirine.”
‘DIVÊ LI HEMBERÎ TIRKIYEYÊ HEWLDAN WERIN DESTPÊKIRIN’
Di nameyê de hat diyarkirin ku divê ne Swîsre û ne jî hêzên navneteweyî li dijî êrîşên li se Efrînê bêdeng nemînin û hate gotin ku, “Bi taybetî Swîsre, divê li hemberî Peymana Cenevreyê bêdeng nemîne ya ku Tirkiye wê tune dihesibîne. Bi dagirkeriya leşkerî ya li Efrînê re mafên mirovan jî tên binpêkirin. Divê li hemberî Tirkiyeyê hewldan werin destpêkirin.”
DAXWAZ
Di dawiya nameyê de ji Serokê Konseya Federal ê Swîsreyê û ji Endamên Konseyê ev tişt hate xwestin: “Divê Konseya Federal a Swîsreyê, bangî Sefîrê Tirkiyeyê bike û jê re bibêje ku ew dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê şermezar dikin.
Divê Konseya Federal tevî hêzên navneteweyî yên din li Rojava herêmeke ewle ava bikin.
Em bang li gelên Swîsreyê dikin ku bila piştgiriya Kurdan bikin û dewleta Tirkiyeyê protesto bikin.”
HIN KESÊN KU ÎMZE DANE
“Wekîlê Serokê Lijneya Şêwirmendiyê yê Konseya Mafên Mirovan ê NY’yê Jeann Zîegler, Endamê Meclîsa Şaredariya Bajêr ê Lozanê Îllîas Panchaard, Profesorê Fexrî yê Zanîngeha Cenevreyê Chrîstîane Perregaûx, Parlementerê Berê yê Koma Keskan Ûelî Leûenberge, Dîroknasê Zanîngeha Cenevreyê Prof. Erîce Deûber Zîgler, Parlementerê Parlementoya Federal ê Swîsreyê Carlo Sommarûga, Lîsa Mazzone, Laûrent Wehrlî, Balthasar Glattlî, Davîd Payoy, Dîroknas Josef Lang, Muzîsyen Tommy Vercettî.”