QSD: Gundê Şêxûrzê û girên wê ji dagirkeran hatin paqijkirin
Fermandariya QSD'ê hemû şervan û fermandarên YPG/YPJ'ê yên gundê Şêxûrzê û girên li derdorê ji hêzên dagirker ên Tirk paqij kirin, pîroz kir.
Fermandariya QSD'ê hemû şervan û fermandarên YPG/YPJ'ê yên gundê Şêxûrzê û girên li derdorê ji hêzên dagirker ên Tirk paqij kirin, pîroz kir.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:
"Yekîneyên leşkerî yên di bin banê hêzên me YPG'ê de ku yek ji hêzên sereke yên QSD'ê ye, di sê rojên derbasbûyî de li eniya gundê Şêxûrzê û girê derdora wê li dijî dagirkeriya Tirkiyê û komên terorîst ên cîhadî berxwedaneke mezin nîşan dan. Di encama berxwedanê de dijmin li wê eniyê têk çû û gundê Şêxûrzê û girên derdora wê bi temamî hatin paqijkirin.
Bi navê Fermandariya gitşî ya QSD'ê em hemû fermandarên xwe yên meydanî, şervan û qehremên xwe yên YPG/ YPJ’ê yên cihê xwe di vê berxwedanê de girtin pîroz dikin.
Di vê derbarê de me şehîdên xwe yên qehreman Botan Efrîn û Welat Heleb ên bi ruhê fedayî ku kêm tê dîtin têkoşiyan bi bîr tînin. Bi xwîna xwe efsaneyên qehremanî û berxwedanê nivîsandin. Dersên di bawerî û serketina veger jê nîne dan. Di bîranîna herdu hevalan de em hemû şehîdên azadiyê bibîr tînin û soz didin ku em ê xeta wan heta rizgarkirina bosta dawî ji xaka Herêma Efrînê ji destê dagirkerên Tirk û çeteyên wê yên terorîst, tekoşîna xwe bidomîn in."