Rêxistinên Jinan ên li Efrînê li dijî komkujiyan bang kirin

Rêxistinên jinan ên li Efrînê li ser êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyeke hevpar dan û bang li civaka navneteweyî kirin ku li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê ku sivîlan dikujin bikeve nava liv û tevgerê.

Rêxistinên Jinan ên li Efrînê, li ser êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û berxwedana Efrînê ya li dijî van êrîşan daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk li Efrînê sivîlan dikuje, lê cîhan bêdeng e û bang li civaka navneteweyî hate kirin ku tavilê bikeve nava liv û tevgerê. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk ji bo çavên gel bitirsîne û bike ku cih û warê xwe biterikîne bombeyan li navendên navçeyan û bajêr dibarîne û hate gotin, "Artêşa Tirk koçberên ji ber zilmê xwe li navenda bajêr girtine, jin, zarok, extiyar, mirovên bê parastin; sivîlan dikuje, komkujiyan dike. Dewleta Tirk dixwaze bi rêya êrîş û polîtîkayên hilweşandin û talanê bike ku gelê Efrînê cih û warê xwe biterikîne. Erdogan got, heta ku 'herêmeke ewle' ji bo 3 milyon penaberên li Tirkiyeyê lê bi cih bike biafirîne, wê bombeyan li Efrînê bibarîne. Ev yek nîşan dide ku Erdogan mîna Cerablûs û Babê lê bîne û demografiyê biguherîne şer dike."

LI GUNDÊN LI SER SÎNOR GAZA KLORÊ HATE BIKARANÎN

Rêxistinên jinan diyar kirin ku herî zêde zarok ji êrîşên dagirkeriyê mexdûr bûne û wiha dewam kirin: "Li pêş çavên zarokan dayik û bavên wan tên kuştin. Ev yek ne tiştekî biçûk e. Her wiha êrîş li gelek dibistanan hate kirin û bi vî rengî mafê perwerdeyê yê zarok û ciwanan tê binpêkirin. Dewleta Tirk bi êrîşa li ser Efrînê re hemû qanûnên însanî û peymanên navneteweyî binpê dike. Li gundên li ser sînor gaza klorê bi kar anî û ev yek bi raporên doktoran piştrast bûye. Wekî din bi rengekî li derveyî mirovahiyê bedena mirovan parçe kiriye."

'HETA KU DAGIRKERÎ BIQEDE EM Ê LI BER XWE BIDIN'

Di dewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser zilm û zordariya dewleta Tirk û hate gotin, "Ji bo şopa mirovahiyê û dîroka şaristaniyên li vê derê jiyane jê bibin, êrîşî şûnwarên dîrokî yên li Efrînê kirin. Li pêşberî vê komkujiya li Efrînê tê kirin hêz û civaka navneteweyî bêdeng e. Li pêşberî bêdengiya rêxistinên însanî, zarok û jinan em matmayî ne. Em jinên Efrînî bi biryar in ku dîrok, mîrate û axa xwe biparêzin. Em soz didin ku em ê li ber xwe bidin û ji bo qedandina dagirkeriya Tirkan em ê şer bikin. Weke rêxistinên jinan ên li Efrînê em bang li hemû rêxistin û saziyên mafên mirovan û Netewyeên Yekbûyî dikin ku bes bêdeng bimînin, bikevin nava liv û tevgerê û pêşî li komkujiyên li Efrînê bigirin."